Arşîv

Yekemîn Navenda Çavdêriya Derûnî ya Jinan

Yekemîn navenda derûnî ya taybet ji bo jinan ku li herêma Cizîrê hatiye vekirin, heta niha bi dehan jin derman kirin.

Navenda Şehîd Nalîn Mûş a Çavdêriya Derûnî ya tabyet bi jinan, ji aliyê Desteya Jinan a Kantona Cizîrê ve di 8’ê Adarê de li gundê Til Marûfê başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê hat vekirin. Navend jinên ku bi nexweşiyên derûnî ketine derman dike û cih û hemû pêdiviyan ji wan re pêşkêş dike.

4 jinên pispor xebatên navendê dişopînin. 3 navendên tenduristiyê yên şêwirmendiyê girêdayî navendê ne; Qamişlo, Hesekê û Çil Axa. Navend ji bo dermankirina jinan bijîşkên pispor tîne. Heta niha navendê bi dehan jin derman kirin.

Endama Rêveber a Navenda Pêşxistin û Plankirinê ya Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Xelat Şêxmûs xuya kir ku wan bi armanca pêşkêşkirina desteka tenuristî û derûnî ji jinan re, navend vekir.  Xelat Şêxmûs diyar kir ku haletên hin jinan çavdêriyeke daîmî dixwazin û got ku piştî dermankirinê jinek di dirêjahiya 3 mehan û piştî erêkirina bijîşkan ew vedigerin malên xwe.

Xelat Şêxmûs destnîşan kir ku navend bi hewcedariya dermanên derûnî ye û bang li Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê kir ku alîkariya navendê bikin. Xelat Şêxmûs xuya kir ku deriyê navendê ji hemî jinên nexweşên derûnî re vekirî ye.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27