
Hêzên PDK′ê li balfirgeha Hewlêrê têkoşera bi navê Azîma Arsûn a nexweşiya wê giran e ku dê piştre ji bo tedewaiyê derbasî Ewrûpa bibûya, binçav kir û çarenûsa wê ne diyar e .
“Di demekê de ku têkoşîna tevger û rêxistinên jinan , azadîxwaz û demokrat di asteke pir mezin de li hember hişmendiya netewe-dewletê ye û êdî ji wan re dibêjin ji koletiya jinan re bes e , jin nema dibin qurbanên sîstema dewlet û zilaman , em ê bi îradeya jina ku ji bo azadiyê têkoşîn dike mînaka wê li ser erdê jiyanî bikin . Lewra jinên têkoşer , jinên şorşger û jinên rêxistinkirî ku xwediyên felsefeya azadiyê ne li her aliyên Kurdistan û cîhanê kedeke bê hempa didin meşandin .
Lê ji bo jin nebin xwediyê wê îradeya azad , ji bo pêşerojeke azad û demokrat a jinan neyê avakirin , di encamê de têkoşîna jinan ji bo avakirina civakeke azad û demokrat e, avakirina mirovên xwedî nasnameya xwebûyînê ye , ji bo ew jî neyê bidestxistin dewlet hemû rêbazên xwe pêk tîne . Ji bo koletî dewam bike û deshilatdarî jî xwe ferz bike kiryarên pir qirêj ku her di koka hişmendiya dewlet netewe de heye kûr dibe û bi bingeh dike , ev kiryar bi awayên cuda cuda jî dubare dibin.
Beriya çend rojan li balfirgeha Hewlêrê têkoşera bi navê Azîma Arsûn a nexweşiya wê giran e ku dê piştre ji bo tedewaiyê derbasî Ewrûpa bibûya, ji aliyê asayîşa PDK ê ve hate girtin û çarenûsa wê ne diyar e .
Em weke rêxistina Kongra Star bang li hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê dikin ku hevala me Azîma Arsûn serbest berde, ji ber nexweşiya wê giran e û divê bi lez derbasî Ewropa be.
Dîsa em dibêjin di encama vê binçavkirina Azîme Arsûn de , çi rewşek derkeve holê em hikumeta PDK′ê ber pirsiyar dibînin .
Jiyana hevala me Azîme berpirsiyariya we ye .
Em bi lez dixwazin hevala me serbest were berdan.”