NûçePerwerde

Komîteya Perwerdeyê ji bo perwerdekirina perwerdekaran dewreyeke perwerdeyê vedike

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Qamişlo, bi armanca perwerdekirina jin û jinên xwedî xipreta perwerdê di   perwerdekirina jin û civakê, dewreyeke perwerdeyê vekir.

Bi armanca amadekirina kadroyên jin ên bi hêz di hemû qadan de, Komîteya Perwerdeya Kongra Star a Kantona Qamişlo, îro Pêncşemê 18.5.2023, dewreyeke perwerdeyê ji bo perwerdekirina jinên perwerdekar, bi qasî 16 endamên komîteyên perwerdeya Kongra Star tevlî dewreya  perwerdeyê ya li kantona Qamişlo bûn.

Dewreya perwerdeyê li Akademiya Civaka Demokratîk (Şehîd Nejbîr) a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hate vekirin.

Dewreya perwerdeyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a navçeyê Rohlat Muslim axaftina vekirinê kir û di destpêka axaftina xwe de  Sedema vekirina vê dewreya perwerdeyê di vê qonaxa ku herêm tê re derbas dibe eşkere kir, di şert û mercên  wiha zehmet û perwerdeyê de ye, jin ji bo karibin derdorên xwe di nava civakê de  di serdemeke wiha nazik û hesas de perwerde bikin şîrove kir, ji ber ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartin tê kirin û rola jina perwerdekirî  ewe ji holê rakirina zihniyeta desthilatdar e ku serdestiya xwe li ser jin û civakê ferz dike.

Her wiha Rohilat bal kişand ser girîngiya berdewamkirina perwerdeyê û bi taybet ne paşguhkirina  perwerdehiya xweser di vê pêvajoyê de xwedî giringiyeke mezin e, ji ber ku perwerde mîna çemekî diherike dive ku  mirov ji herikandinê namîne.

Destnîşan kirk u wê di dewreyê de  gelek waneyên girîng bên dayîn ku ya herî girîng jî ev in (Jiyana azad û wekhev, rastiya Rêbertiyê, civaka xwezayî û girîngiya perwerdeyê, zanista jinê).

Têbînî ku kursa perwerdeyê dê bîst rojan berdewam bike û biryar hat girtin ku di 6/8/2023 de bi dawî bibe.

Back to top button