ArşîvÇalakî

Li Şehbayê banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî hat kirin

Kongra Star û Hîlala Zêrîn piştî bi dawî kirina belavkirina broşûrên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan . Meşek bi rêxistin kirin û bi hezaran beşdarên meşê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Meşa ku ji aliyê Kongra Star û Tevgera Hîlala Zêrîn ve hatî birêxistin kirin, piştî bi dawî kirina  belavkirin broşûran ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan îro li Şehbayê hat li darxistin.

Bi hezaran koçberên Efrînê û xelkê kantona Şehbayê, endamên sazî, yekitî û meclisên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li xaçrêya Kampa Serdem a li navçeya Ehdas kom bûn û li wê derê dest bi meşê kirin.

Meş li Parka 4`ê Nîsanê ya li gundê Maratê yê girêdayî heman navçeyê veguherî mitîngê.

Beşdarên meşê pankertên bi nivîsên “Bi şoreşa jinan em ê tecrîdê bişikînin û rêbertî rizgar bikin” , “Dem dema azadiyê ye” bilind kirin û dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Di mitîngê de piştî  deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberiyên Kongra Star Berjîn Efrîn axivî û got: “Em bidawîkirina belavkirina broşûran a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêberê aştî û mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan radigihînin.”

Berjîn diyar kir ku siyaseta tecrîdê ji bo dûrxistina Rêber Abdullah Ocalan ji gel e û got: “Lê girêdana gel bi rêbertî re xurt e, gel her tim ji bo daxwaza azadiya wî ya fîzîkî li qadan in û di nava çalakiyan de ye.”

Berjîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst dizanin ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan dê alozî û şerên li Rojhilata Navîn bi dawî bibin, lewma tecrîdeke giran li ser ferz dike û wiha dom kir: “ Tecîrd ferz kirine da ku rê li ber çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, bigirin, ji ber ku ev çareserî plan û siyasetên wan ên bi armanca dûrixstina mirovan ji cewhêrê wan dişkîne.”

Berjîn anî ziman ku jinên Efrîn û Şehbayê şopdarên ramanê Rêber Abdullah Ocalan in û dê çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Her weha Rêvebera Tevgera Hîlana Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Efrîn û Şehbayê Şêrîn Reşîd axivî.

Çalakî bi dirûşmên “Bijî serok Apo” bi dawî bû.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27