ArşîvNûçe

Kongra Star Ewropa yekemîn civîna xwe li Hollandayê li darxist

Roja Şemiyê Kongra Star yekemîn civîna xwe li Holendayê li dar xist, ji bo nîqaşikirina xebatên Kongra Star û hilbijartina kordînasyona Kongra Star ku ji 5 endamên kordînasyonê pêk tê.

Civîna yekem roja şemiyê 27/5/2023’an bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star li navenda kongra star, piştî deqeyek rêzgirtinê  û ji aliyê rêvebrên Kongra Star Dilşa Osman û Necbîr azad ve hat bi rêvebirin.

Di civînê de xebatên 9’emîn Kongreya  Kongra Star ku di 15’ê Çileya 2023’an de li Sola Çandê ya Serdem li kantona  Hesekê hate lidarxistin, hate nirxandin, rêveberiya Kongra Star a Hollandayê rewşa jinan, rewşa rêxistinî nirxand. Bi taybet ku Jin çawa xwe birêxistin dikin li Hollandayê, di bin banê tevgera jinan (Kongara Star) de, hate destnîşankirin ku sîstema komunan bê aktîfkirin, rêxistinbûna jinan di hemû qadan de û tayînkirina 5 endamên kordînasyona Kongra Star .

Piştî bidawîkirina nirxandin û şîrovekirina rewşa rêxistinî û rewşa jinan, beşdarên civînê îşaret bi wê yekê kirin ku pêwîst e tevgerek taybet ji bo jinan hebe da ku xwe di bin wê de birêxistinbike û jin bikaribe xwe bispêre wek kesayet û xwe ji sîstema baviksalarî û sîstema desthilatdariyê biparêze û têkoşîna xwe li hemberî van sîstemên ku ferd weke  hebûn ji holê radike xorttir bike.

Piştî  bi dawî kirina civînê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate got in.

Li gorî kordînasyona Kongra Star Ewropa, ev rêze civîn dê li “Danîmarka, Almanya” bên lidarxistin.

Ev civîn civînên amadekariyê yên ji bo lidarxistina duyemîn kongreya Kongra Star li Ewropayê ne.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27