Arşîv

Di pêşangeha pirtûkan de rengê jinan

Pêşangeha pirtûkan a duyemîn gelek şarezayên jinan derxistin holê.

Duyemîn pêşangeha pirtûkan li Hola Zana ya bajarê Qamişlo pêk hat. Di pêşangehê de gelek tabloyên taybet ji bo jinan hatin pêşkêşkirin, her wekî Li dijî Tundiya Jinan, Xwezeya Bêdeng, Gelêrî, Kevneşopî û Xwezaya Jina Kurd.

Di pêşangehê de gelek şarezayiyên jinan derketin holê. 2 wênesazên jin Rewan Xelîl û Leylan Cemal bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûn û her wiha Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo vekirina pêşangehê destek da her du wênsazan.

Her du wênesazan ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re destnîşan kir ku ew ji bo xuyakirina rastiya jinan beşdarî pêşangehê bûn.

Wênesaz Rewan Xelîl li ser tabloya xwe axivî û wiha got: “Min di tabloya xwe de xwest xweşikiya jinan xuya bikim û jin li ku derê be, bi xwe re kêf û şadiyê belav dike.”

Rewan got ku armanca beşdarbûna wê ya pêşangehê ew e ku şarezayiya xwe ji biçûkahiyê ve xuya bike û her wiha ji bo îspat bike ku jin di hemû aliyên civakê de aktîf in.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Ragihandina Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê û endama Komîteya Amadekar a Pêşangeha Duyemîn a Pirtûkan Leylan Cemal got ku Desteya Çand û Hunerê ji bo pêşkêşkirina tabloyên wênesaziyê bi navê Komeleya Jina Zana beşek eyar kir.

Leylan da zanîn ku wê bi 2 tabloyan ku têkiliya xurt di navbera jin û xwezayê de xuya dike,beşdarî pêşangehê bûye û diyar kir ku tabloya wênesaz Bêrîvan Hemûş ya ku azara jinên Şengalê di dema DAIŞ’ê de rave dike, pêşkêş kirine.

Her wiha Leylan got ku ev pêşangeh derfetek e ji bo jin bikarin şarezayiyên xwe yên ku bi hezaran salan hatiye veşartin, derxe holê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tabloyên wênesaziyê di 5 rojan de dê werin pêşkêşkirin.

 ( ANHA )

Back to top button