ArşîvDaxuyanî

Kongra Star: em ê di xeta hevriyên xwe de bimeşin û ala wan a berxwedanê hildin ser milê xwe

Meclisa Kongra Star hevalên pêşeng bi bîr anîn û û da zanîn ku: 'Mîrateya berxwedaniya wan hevalan heta roja me ya îro tê û ev rêhevalên berxwedêr ji bo me bûn xeta jiyanê û bûn bingehê îdeolojiya rizgariya jin.'

Meclisa Kongra Star derbarê kesayeta şehîd lîman Şiwêş û şehîdên pêşeng yên jin daxuayniyek nivîskî  îro çarşem 21/6/2023’an, da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de behsa kesayeta şehîdan, her weha tekoşîn û kar xebatê şehîd Lîman kir û da diyarkirin ku ‘Mîrateya berxwedaniya wan ji bo tevahî jinan bû xeta jiyanê û bingeha îdeolojiya rizgariya jin.

 

Berfirehiya daxuyaniyê weha ye:

Pêşenga Şoreşa Jin Rêheval Rîhan

‘Her sal di vê mehê de û tayabet jî piştî têkçûyîna DAÎŞ’ê , êrîşên dewleta Tirk li her çar aliyên Kurdistanê û Ewropa zêde dibin: Di encama van êrîşên hovane de mixabin di 17 Hezîrana 2022’an de tekoşer Ferhad Dêrik tevlî kerwanê nemiran bû . 17ê Hezîrana 2020 siyasetmedar Deniz Boyraz ser destê mîta Tirk hate qetil kirin û 20’ê Hezîrana 2023’an de tekoşer Leyman Şiwêş û Yusra Derwîş jî wekî van hevrêyên xwe di encama êrîşên dewleta Tirkî faşîst de tevlî kerwanên nemiran bûn . 23’ê Hezîrana 2020 komkujiya Hilincê bû û di wê êrîşa hovane de jî sê tekoşerên jin hatin qetilkirin. 25’ê Hezîrana 2015 ew şeva tarî ku di kobanê de lehiya xwînê herikî û bi dehan zarok, jin û kal hatin serjêkirin û qirkirinekî di dîroka mirovatiyê de nehatî dîtin anîn serê gelê me yê Kobaniya Berxwedêr. A rastî ji Kobaniyan tola DAÎŞ’iyan dihat standin. Ji ber ku Erdogan li ber çavên tevahî cîhanê alîkarî dida DAÎŞ’iyan û digot; “Kobanî ha ket, ha wê bikeve.”Lê Kobanî neket, di kesayetiya DAÎŞ’a dijminê mirovahiyê de, siyaseta Erdogan têkçû.

Cardin di vê mehê de, Rêheval Sema Yuca û Zeynep Kinacî li dijî dagirkeriya Tirk çalekiyên bi bandor li darxistin û xwe li dora Rêberê mirovatiya azad, Rêber Apo kirin xelekek ji agir û planên dagirkeran ên çog danînê vale derxistin.  Mîrateya berxwedaniya wan hevalan heta roja me ya îro tê û ev rêhevalên berxwedêr ji bo me bûn xeta jiyanê û bûn bingehê îdeolojiya rizgariya jin.

Hevrê Rîhan Amûdê jî, dil dabû vê felsefa jiyanê, bi rihê berxwedanê hatibû stran û ev bêmafiya li hemberî gelê wê dihat kirin, qirkirina li ber çavên wê li ser jin û zarokan dihat kirin, tahmûl nedikir û her li pêş li dijî dagirkerî û bêmafiyan têdikoşiya.   Hevrê Rîhan keça Amûdê ya ya leheng di temenekî  ciwan de,  ji bo welatekî azad, jiyaneke bi wate û civakeke ku jin tê de azad be,  dest bi têkoşînekî bêhempakir. Hevrê Rîhan pêşengtî ji keçên kurd ên Amûdê û Rojavayê Kurdistanê re kir, bê navber  di meşa azadiyê û şoreşa jin de xebatên xwe da meşandin. Hevrê Rîhan ji bo felsefeya netewa demokrasî û xwîşk û biratiya gelan belav bike di asta pêşengtiyê de û bi lehengî li gelek cih û walatên cûda kar û xebat da meşandin.  Li Rusiya, Başûr û Bakûrê Kurdistanê, li Bakûr û Rojhilatê Sûrî di gelek kar û xebatan de cî girt.  Li Minbicê di asta pêşengtiyê de wekî jinekî xwedî vîna azad kar da meşandin û tenê ne ji bo jinên Kurd ji bo jinên Ereb jî bibû sembola azadiya jin û ew ji xwe re mînak digirtin.  Taybet jî ji bo jinên Ereb ji DAÎŞ’a hov xilas bike, gelekê ked û hewildanên ku mirov nikare pênase û vegotin bike daye meşandin. Hevrê Rîhan a dil dayî têkoşîn, azadiya gelê xwe û jinê, tevahiya temenê xwe di nav tekoşînê de derbaskir û bû sembola ked, azadî û vîna jina azad.

Hevrê Rîhan herî dawî lî kantona Qmişlo erka cigerê hevserokatiya kantonê girtibû û di asta pêşeng de tevlî kar û xebatên xweseriyê dibû.  Ji bo jin karibin li ser piyên xwe bisekinin, bibin xwedî îrade, di nav civakê de pêş bikevin, di astekî li pêş de ked dida.  Hevrê Rîhan bi qasî karê rêxistinî, civakî û jinê dikir, li kêleka wê karê fikrî û akademîk jî dikir û bibû bingeha têkoşînê û hêza moral û baweriyê. Lê mixabin ev jina leheng  20’ê Hezîranê di saetên sibehê de dema ku li ser erka xwe bû,  bi hevrêya xwe Yusra Derwîş re rastî êrîşekî hovane ya dewleta faşîstî dagirker a Tirk hat û tevlî kerwanên şehîdan bû.

Hevala Rîhan Amûdê her tim dixwest ji bo gelê xwe xizmetekî baş bike

Hevrêya me Rîhan di malbateke welatparêz, ji kevin de xwedî ked û şehidin mezin dibe. Ji ber vê yekê hevrêya me Rîhan, ji bingeh de kesayetekî şoreşgerî ya xurt di xwe de avakiribû. Di nav têkoşîna xwe ya  zêdeyî 30 salan de, gelek serkeftinên mezin çêkirin, li cihê hev rê Rîhan li wir ba, her tim bi bandor û xwedî gotin bû.   Wekî navê xwe, di nav baxê azadiyê de, rîhenekî herî xweştirîn bû ku bêhna azadiyê jê dihat. Li her cihî heskirin, hêz û moral belav dikir. Jiyan xweş dikir û mînak bû di her kar û xebata xwe de.

Ji ber vê yekê armancgirtina wê û ya hevrêya me Yusra Derwîş ne ji rêzê ye û taybet hatine hilbijartin, Erdoganê faşîst, hem ji pêşketina jin ditirsê, hem jî jina bihêz qebûl nake. Ji ber ku di ferasta wî de, faşîzîm û zilamtiya klasîk a 5000 salî kom bûye, wekî  zilamekî klasîk ê serdemê û gurê har  bi awayekî bêperwa êrîşî her derê dike. Lê bila vê baş zanibe ku ewê di vê kîn, hêrs û faşîzma xwe de bifetise û wê her di wîjdana gelên heremê de were mehkûmkirin.

Cardin hêjayî gotinê ye ku ev komkujî di dema civîna Astanayê û serdana Mesror Barzanî ya ji Tirkiye re çêbû û em vê komkujiyê wekî li hevkirina Tirk, Rus û PDK’ê dibînin û ew jî hevkarê vê komkujiyê ne. Mixabin qeşo ev kesên xwe wekî nûnerên Kurd û Kurd dibînin, di çi dem û pêvajoya teng de li kêleka gelê xwe nesekinîne û her tim li kêleka dijminê xwe ne. Kêliya ku Erdogan jinên Kurd ên pêşeng bi teknika xwe ya herî pêşketî qetil dikir, sed carî heyf û mixabin Mesrorê nûnerê qeşo Kurd li kêleka wî bi ken ji ragihandinê re poz dida û em jî wekî jinên Kurd wî wekî hevkar dibînin û di wîjdana xwe de mehkom dikin.

Lê bila dagiker û hevkarên wan vê bizanin ku, hevrêya me Rîhan wekî tovê rîhanê xwesipartiya hembêza xaka me ya pîroz û wê ev axên bi dehhazaran salan ji mirovatiyê re malovanî kirin, dê wê biparêzin û wê ji tovê azadiyê ya hevrê Rîhan çandî, di baxçeyê azadiyê de bi hazaran Rîhan şîn bibin û wê destor nedin ku dagiker û hevkarên wan plannên xwe yên qirêj di welatê me de pêkbînin.

Em jî wekî kongra Star ji malbat û hevrêyên heval Rîhan re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li hemberî bîranînên wan ditewînin û heta dawiyê em ê di xeta hevriyên xwe de bimeşin û ala wan a berxwedanê hildin ser milê xwe.’

Related Articles

Back to top button