Di van demên dawî de dewleta tirk ya dagirker êrîşên xwe li ser heremê ûbi taybet hedefgirtina sivîlan û saziyên xizmetguzarî, herî dawî jî duh, sêşem li ser riya Tirbe spî Qamişlo erebeye hat hedefgirtin ku tê de hevseroka kantona Qamişlo û cîgera wê û d hevaalên pê re bûn, di encama v^êrîşê de 3 heval şehêd bûn û yek jî birîndare.
Kongra star ya herema Şehba Efrîn, ev kiryar bi daxyaniyekê şermezarkir, daxuyanî ji zaliyê endama kordînasyona Kongra star,Şehba Efrîn, Rîhan Elo ve hat xwendin, li ber navenda Kongra sta ya navçeya til Sosin, bi beşdariya endamên kongra star.
Daxuyanî jî weha ye:’Di berdewamiya siyaseta hedefgirtina sîstematîk a dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja Sêşemê, otombîleke Meclîsa Kantona Qamişlo bi xayîntî ji aliyê dewleta dagirkeriya Tirk ve hate hedefgirtin. 3 kes di nav wan de hevserokatiya Meclisa kantona Qamişlo jina azadîxwaz “Yusra Derwîş” û cîgirê hevseroka kantona Qamişlo jina têkoşer “Leman Şwêş” û ajovanê wan “Furet Tûma” gihêştin asta Şehadetê , h.w.h.hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo jî birîndar bû dema ku bi erkên xwe radibûn hatin hedef girtin .
Siyaseta hedefgirtinê ya ku dagirkeriya Tirk ya dîktetor dimeşîne eşkere bûye bi armenca qirkirina gelê kurd , û projeya Rêveberiya Xweser dixine hedefa xwe ji ber ku di nexşeya sûrî ya nû de systema herî guncev e ji bo çareserkirina aloziyê ji ber ku vîna gelan esas digre .
Ev êrîşên hovane yên li ser gel û rêxistina me didin meşandin ji Şehba heya çiyayên Azad şereke îdiolojîk e û pêkanîna êrîşên sîstema faşîst yên li ser pirojeya Netewa Demokratîk e de ye , ji hedefgirtina sivîlan jinan û zarokan û binasaziyên xizmetkirinê wek nexweşxaniya TilRifet bi awyekî dijmirovî , ligel ragihandina Rêveberiya Xweser ji bo destpêkirina dadgehkirina serçete û endamên rêxistina terorîst a DAIŞê , ya ku piştevanê terorê xwe ji Tirkiye digirin , da ku rastiyên veşartî û destên li pişt rêxistina terorîst a DAIŞê xuya nake.
Weke tê diyar kirin dewletên komploger di civînên Asîtane de li hev kirin ku êrîşî sîstema me bikin bi hemû rêbazên şer yên qirêj .
Em jî bi navê Kongra Star a kantona Efrîn Şehba, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin,Em kiryarên van êrîşan şermezar dikin Emê Nehêlin dijmin bandorê li ser moralê me bike, ji ber ku me xeta şehîdan, xeta heqîqetê û felsefeya Rêber Ocalan hilbijart , hedefgirtina pêşengên jin tê wateya têkçuna wan û projeyên wan ên faşîst. Şoreşa me şoreşa jinê ye, îradeya me her tim xurt , em ê bi biryartir bin , bi hêztir û yekgirtî bin… û heta serketinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin , tevî ku terora dewleta Tirk û amûrên wêwek rêxistinên terorîst Heyet Tehrîr El Şam û DAIŞ., em ê bi biryardarî rêya xwe ya ji bo parastina destkeftiyên gel û şoreşa xwe temam bikin. Her wiha em bang li garantorên navneteweyî yên agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û li dijî terora dewleta Tirk a dagirker bisekinin lê tirsa me ji kesî tune ye, Şehîd hêza me ne Emê xeta berxwedanî berdewam bikin . ‘