Arşîv

Encamnameya Yekemîn Kongreya Jinan a PYD’ê hate eşkerakirin

Encamnameya Yekemîn Kongreya Jinan a PYD’ê hate aşkerakirin. Di kongreyê de meclisek ji 28 endamên ji hemû pêkhateyan hate damezirandin.

Rêxistinan Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yekemîn kongreya xwe li Navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê li dar xist. Di dawiya kongreyê de encamname ji aliyê endama Meclîsa PYD‘ê Welîda Hsen ve hate xwendin.

Encamnameya kongreyê wiha ye:

“Rêxistina Jinan a PYD’ê yekemîn kongreya xwe di 22’ê Tîrmeha 2018’an de li navçeya Rimêlan a Herêma Cizîrê bi dirûşma ‘Jinên azad mîsogeriya civaka exlaqî û siyasî ne’ hate lidarxistin. 266 endamên ji hemû herêmên ku rêxistina partiya me lê heye, çi li derve û çi li hundir, beşdar bûn. Bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser ên herêma Bakurê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî û bi dehan sazî û meclisên kantonê jî beşdar bûn.

Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir, piştî axaftina vekirinê ku ji aliyê hevseroka partiyê ve hate kirin, peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Di hemûyan de jî bal kişandin ser rola partiya me ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, di heman demê de rola pêşeng a jinan di partiya me de hate bibîrxistin.

Piştî peyamên pîrozbahiyê bi dawî bûn, xebatên rêxistinî yên kongreyê dest pê kirin. Di bernameya rêxistinî ya kongreyê de kar û xebat, perspektîfên siyasî û demokratîk, her wiha rola jinan hate nirxandin. Di kongreyê de her wiha çalakiyên rêxistina jinên PYD’ê ku ji kongreyê re hatine pêşkêşkirin, hatin xwendin û nîqaş li ser reşnivîsa meclisa jinan hatin kirin. Her wiha hin xalên wê di encama nîqaşan de hatin sererastkirin. Di kongreyê de rêzebiryarên siyasî û rêxistinî hatin dayîn. Biryar ji xwesteka endamên partiyê bi zilam û jinên wê ve bi pêkanîna stratejiya çalak a partiyê, bi taybet wek partiyeke xwedî bingeheke gelêrî ya berfireh li Bakurê Sûriyeyê û bi taybet der barê karûbarên girêdayî jinan de.

Di dawiyê de jî di kongreyê de 28 endam ji bo Meclisa Jinan a partiyê hatin hilbijartin, endaman soz da ku dê xeta têkoşînê û felsefeya neteweya demokratîk bişopînin û ji bo pêşxistina rêgeza rizgarkirina jinan û şopandina xeta şehîdan û pêkanîna armancên wan dê têkoşînê were domandin û xeta wan were şopandin.

Di dawiyê de jî endamên Meclisa Jinan sûnd xwar dê erka xwe ya di nava partiyê de pêk bînin. Kongreyê rojekê tenê dewam kir.”

(ANHA)

Back to top button