Arşîv

Akademiya zanista jinê Jineolojî

Amedekar: Gulan Botan

Jineolojî weke peyv tê wateya zanista jinê. Di kurdî de “JIN”, weke peyv tê wateya jinê. Di kurdî de ji peyva “JIYAN”ê, ku ev peyv tê wateya jiyanê, afiriye.

Ev peyv li Rojhilata Navîn û di tevahiya zimanên Hînt-Ewrûpî de di wateya jiyan, zindîbûn, dîsa ZÎN an jî ZEN ango JIN’ê de tê bikaranîn. Jin, weke ya ku yekem car weke zayend ketiye ferqa xwe tê qebûlkirin. Ya ku cara yekem her tiştê ku der barê jiyanê de ye pêş xistiye jin e.

Ango jiyan, li ser bingeha rêgezên exlaqî û polîtîk li dora jinê hatiye vehûnandin. Civakîbûn li ser vê bingehê pêşketiye. Ya ku civaka xwezayî bi nirxên exlaqî û polîtîk ve ava kiriye, jin e. Loma dema tê gotin “jiyan” hema jin, dema tê gotin “jin” jî hema jiyan tê bîra mirov. “JIYAN”, di wateyeke din de jî di bedena jinê de diherike.

Ducanîtî û xwîna mehane (regl), di heman demê de girêdana jinê ya bi jiyanê re û rola wê ya di domandina jiyanê de didane holê. Jin, hem di pêşxistina nirxên jiyanî de, hem jî di warê bedenî de bi jiyanê re hatiye wekhevkirin. Ji ber vê sedemê di navbera jin û jiyanê de girêdanên ku qut nabin hene. Di vê hêlê de jin; li hemberî rastiyên jiyanê zêdetir wergirvan e (kapsayıcı). Di heman demê de li gorî zayenda mêr jî, zêdetir berpirsyar e.

Jin, hem weke fizîkî hem jî weke wateyî beşa herî berfireh a xwezaya civakî çêdike. Jixwe wekhevkirina jinê ya bi jiyanê re jî, çavkaniya xwe ji vê rastiyê digire. Di vê hêlê de jinolojî ku zanista jinê ye, di heman demê de zanista jiyanê ye jî.

Jineolojî; bi qasî ku li hemberî ji nû ve pêşxistina girêdana jinê ya bi jiyanê re berpirsyar e, di heman demê de li hemberî azadkirin, xweşikkirin û dayîna jiyandina jiyanê erk û berpirsyariyên dîrokî û rojaneyî yên mezin dikeve ser milên wê.

Rastiyên ku wê jinolojî derxin holê, herhal wê ji rastiyên ku teolojî, polîtîkolojî, eskatalojî, pedagolajiyê, bi kinahî ji gelek “lojiyên” der barê sosyolojiyê de kêmtir nebin. Tê zanin ku jin, hem weke fizîkî hem jî weke wateyî beşa herî berfireh a xwezaya civakî çêdike. Lewma ev nikare bê înkarkirin. Wê demê ma wê çima ev beşa herî girîng a civaka xwezayî nebe mijara zanistê? Çima em ê wê nekin mijara zanistê?

Eger sosyolojiya ku heya ji pedagolojiyê (zanista perwerde û terbiyeya zarokan) re hatiye dabeşkirin jineolojî çênekiribe, ev bi rastiya sosyolojiyê ya bi zîhniyeta wê ya nêr ve girêdayî ye. Heya ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê xwezaya civakê jî ronî nebe. Ronîbûna civaka xwezayî ya rast û berfireh, bi ronîbûna rasteqîn û berfireh a xwezaya jinê ve gengaz e.

Aşkerekirina dîroka mêtingerkirina jinê, haya mêtingerkirina wê ya aborî, civakî, siyasî û zîhnî wê di aşkerekirina tevahî mijarên din ên dîrokê û heta aşkerekirina bi her alî ya civaka rojane de tevkariyeke mezin çêbike… Zanista exlaqî û estetîk, parçeyek ji zanista jinê ye û jê qut nabe. Wê rasttir be ku zanista aboriyê jî, weke parçeyek ji zanista jinê bê pêşxistin.

Aborî, teşeyeke xebata civakî ya ku jin ji destpêkê û vir ve tê de rola hîmî dilîze ye… Tevgera jinê ya azad, wekhev û demokratîk ku femînîzmê jî digire nava xwe û xwe dispêre ser zanista jinê, aşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bilîze. Zanist, çalakiya hizir a ku xwe dispêre ser ceribandinan ku bi awayek rêk û pêk bûyer û diyardeyên di gerdûnê de lêdikole, hest û rawêjan (varsayım) biçûk nabîne û inkar nake ye. Di cewhera xwe de beşeke felsefeyê ya biçûk a ku xwe gihandiye agahiyên ku misoger bûne ye.

Her pêkhatin û bûyerên ku di nava xwe de pêwendiyên bi mantiq û yekbûnên ramanî çêdikin, mijara zanistê ne. Zanist, dibe rêbaza mirov a guhertin, girêdan, bertek-bandora rûbirû ya pirr pêşketî ya di nava gerdûneke pirr zindî de. Rastiyeke ku vê xwe tenê ne spartiye ser aqlê analîtîk, berevajî xwe weke berhema pêşketin û jiyîna civakî û dîrokî ya pirr dirêj pêk aniye. Di vê wateyê de zanist, berhemeke aqlê civakî ya ku xwe digihîne hêza guhertin û veguhertinê ye. Rastiyeke ku piştî zanîn ji amûra îktîdarê re hate veguhertin, ji koka xwe û bitûnîtiya civak-xwezayê hate qutkirin. Darbeya herî mezin a ji zaninê re, qutkirina wê ya ji zanista exlaqe ye. Lewma ev qutkirin hiştiye ku zanîn ji cewhera xwe ya rastî re biyanî bibe. Zemîna ku herî zêde ev xwe di tê de dide nîşandin û xwe bi awayekî herî aşkere îfade dike jî, dibe zanist. Lewma zanist, dibe qada ku herî zêde zayendperestî xwe li dijî jinê di tê de kûr dike ye. Avahîsaziya zayendperestiya zanistê, tenê bi vederkirina (ötekileştirmek) jinê û ew li derveyî xwe dîtinê re ne bisînor e. Em ji venêrîna zanistê ya ji xwezaya civakî re bigirin heya venêrîna wê ya ji gerdûn, xweza û dîrokê re, di hemû venêrînên wê de zayendperestî bi teşeyên cuda ve xwe nîşan dide. Di rastiya roja me ya îro de jî derdikeve holê ku vê ne tenê jin; civak, xweza û mêr jî îstîsmar kiriye, ew ji dîrok û xwezaya xwe re daye biyanîkirin û ji her cureya bikaranînê re vekirîtir hiştiye. Zanistê, xwe tam weke xwedayekî zilam ava kiriye. Lewre Zanistên-civakî, civakê li gorî desthilatdariya mêr ava dikin û di vê wateyê de endezyartiya civakê dikin. Zanistê kengî çavkanî û dîroka xwe ji venêrîna pozîtîvîst qut kir, xwe weke ku fermana xwedê ye kir desthilatdar û anî rewşa rastiya ku teqez e û nikare bê nîqaşkirin; hingê xiyanet li çavkaniya xwe ya bingehîn kir. Va ye niha nûnerê xiyaneta ji çavkaniya xwe re ye. Lê belê jineolojî di wateyekê de dibe zemîneke girîng a ku zanist karibe xwe li ser ji nû ve bigihîne çavkaniya xwe ya cewherî û wateya xwe ya rastî.

Weke ku tê zanîn heya roja îro jî di zanistên-civakî de tu disîplîn an jî şaxeke ku bi taybet jinê bike mijara zanistê tune ye; ji bilî jinekolojiyê. Di nava şaxên tibê (tıp) de yek jî ji şaxên herî ciwan, jinekolojî ye. Bi kinasî jinekolojî, di zemîna civakî de qada piştgiriya zanebûna jinê ya herî xwezayî ye û ji ber çand û ezmûnên ku xwe dispêrin ser bi hezaran salan nehatiye navendkirin. Ev qad jî bi temamî di destê jinê de ye. Weke qada pisporbûneke zanista tibê jinekolojî, bi teşeya şaxeke ku girêdayî nexweşî û pirsgirêkên ku di fîzyolojiya zayenda biyolojîk a jinê de heyî ve tê pêşxistin. Di çarçoveya zayînbariya (dogurganlık) jinê de, tenê xebîtîna ku di bedena jinê de xwe dide nîşandan û pirsgirêkên ku bi vê girêdayî ye digire nava xwe. Sedema ku zayînbariya jinê ku xebitîneke xwezayî ye û fonksiyonên di bedena wê de yên bi vê ve girêdayî ye ew qas dikin mijara tibê bêguman ev e; sîstema desthilatdar a mêr hewl dide venêrîna li ser bedena jinê di heman demê de li ser avahiya demografîk a civakê jî pêk bîne û di çarçoveya pêdivî û polîtîkayên sîstema îktîdarperest de vesaz bike. Di bin navê tenduristiya jinê de di destên dewletê û tibê de yekdestdariya venêrîna zayînê, qisirkirin an jî bedena jinê veguherandina makîneya zayînê, di heman demê de berhemeke polîtîkayên sîstema desthilatdar a paqijkirina qewmî û qirkirinê yan jî polîtîkayên neteweperestiyê, dewleta netewe ya nîjadperest-şovenîst e. Di vê çarçoveyê de pêwîst e pirsgirêka zayînê di bingeha pirsgirêka azadiya jinê û civakê de, bi vîn û zanebûna jinê ya cewherî ve were destgirtin. Di roja me ya îro de kansera rehm heya gelek diyardeyên ku weke “nexweşiyên jinê” tên binavkirin, tev çavkaniya xwe ji destlêwerdana bi armanca desthilatdariyê û bi venêrîna zêde ya ji xwezaya jinê re digire. Naxwe zayînbariya jinê, civakî, aborî, çandî, civakî-derûnî ye, ji bo jinê jî wateyeke wê ya ku yekbûna wê ya manewî-maddî heye ye. Ji ber wê jî mirov nikare bes bi xebitîneke fizîkî-biyolojîk ve girê bide. Yek jî rêbaza herî bi bandor a parçekirina yekîtiya civakî, aqil û çanda civakî, weke şaxeke endustriyê tibîkirina zayînbariya jinê ye. Pêwîst e jineolojî di vê qadê de têkoşîneke azadperest û civakî-zanistî ya ku encam û biryarên wê hebin bide meşandin û vê qadê jî bi lêkolîn û vekolînên berfireh ve bigire dest. Çêkirina zarokan ew qas ji exlaq û estetîkê dûrkirin, ji bingehên wê yên felsefî û civakî qutkirin pirr bi xeter e û bi misogerî girêdana wê ya bi sîstema dewletperest-bavik ve heye.

Ji bilî jinekolojiyê, di zanistên-civakî de, di teoriyên psîkanalîz ên Freudger de jin; tenê weke hêz an jî hebûna zayendî ya hîsterîk û kêm te pênasekirin û weke seriyekî din ê mêrê desthilatdar ku ev mêrê desthilatdar “temam bûye, serwer e û aktîf e” yê ku radestî navxweyî kiriye tê teorîkirin (kurgulama). Psîkolojî ku di tê de zîhniyeta falûs-vajînayê ew qas tê kûrkirin, her wiha mirov di tê de xwezaya xwe ya civakî bi asta herî hovane dadixe ser refleksên bi şert û ajobariya hundirîn û dibe zemîna ku ev di tê de tê “zanistîkirin”, roleke wiha dilîze. Ev herî zêde jî bi modernîteya kapîtalîst ve pêş ket û bi awayekî lez bû popularîte û “otorîteya ” zanistê. Ev rastî jî didane holê ku divê girêdana her duyan ya bi hev re pirr xurt bê çêkirin.

Psîkolojî jî di nav de, di tevahiya şaxên zanistê de jin bireser e û amûra bîrdozî ya ku zemîna rewatiya sîstema bavik diafirîne ye. Pêwîst e bi awayekî berfireh û kûr bê nirxandin ku bi desthilatdariya bîrdozî re li ser vîn, hizir û keda jinê sîstemeke desthilatdariyê ya berfireh bi destê zanistê hate pêşxistin. Di vê wateyê de pêwîst e mirov di her şert û mercî de bi guman nêzî “daneyên zanistî” yên ku der barê jinê de weke zanîna teqez a zanistê tên pêşxistin û lansekirin binihêre, red bike û zanîna di çarçoveya zanista civakî de ya alternatîf esas bigire. Aşkere ye ku ev hem bi teşeya çêbûn û sazîbûna zanistên-civakî ve, hem jî bi avahîsaziya zîhniyeta bavik û desthilatdar-dewletperest ve eleqedar e. Ji eniya jinê ve rexne li zanista civakî ku weke qelayên pozîtîvîzmê û lîberalîzmê ye kirin û ew nirxandin, dibe xebata herî bingehîn a jineolojiyê. Loma divê di zanistên-civakî de bi felsefe û nêrîna jinê ve pirsgirêka rêbaz û xeta zanîn-îktîdarê bi awayek bi kok bê analîzkirin. Hem di aşkerekirina rûyê rastî yê zanistên-civakî de ku di qutkirina jinê ya ji dîroka xwe de, di bireserkirina civakê ya bi jinê re, di jêbirina hafizaya civakî û zanista cewherî de, di bêvînkirina jin û civakê de û di pêkanîna rewabûna desthilatdariyê de ji rahibên Sumer paşverûtir rol lîstiye, hem jî di xurt avakirina alternatîfê wê de, rola jineolojiyê girîng e. Pêwîst e zanist ji nû ve bê pênasekirin; di rastiya xwe de zanist çi ye, xebitîna wê ya civakî û karaktera zanînê yê civakî çi ye? Divê di wateyeke nû de bê pênasekirin. Di vê çarçoveyê de pêwîst e zanist bi teşeyên wê yên din ên hizir ve û bi girêdaneke diyalektîk ve bê pênasekirin û yekbûna wê bê afirandin. Di vê xalê de ji nû ve destgirtina dîroka jinê, şêwazê wê yê hizir, hebûn û jiyanê pirr girîng e. Pêwîst e xebatên herî berfireh ên zanistî yên jineolojiyê, di qada zanista heyîna jinê û dîroka wê de bê meşandin. Bi taybetî jî eger girêdana heyîna jinê ya bi felsefê re bi awayek kokdar bê çêkirin, ev ê di bisînorkirin û paşvexistina çeloxwariyên zanebûnê û teşeyên zekaya analîtîk ku di roja me de pirr zêde mezin bûye de roleke girîng bilîze.

Di bin rastiya ku zanist ew qas ji felsefeyê, bawerî û hestan, ji avahiya hizir a anemîstîk-mîtolojîk hatiye qutkirin û ew anîna rewşa şêwazekî desthilatdariyê de, dijberiya îktîdara zanebûnê ya li dijî jinê heye. Sererastkirin û rast çêkirina girêdana wê ya bi dijberiya îktîdara zanebûnê ya li dijî jinê re heyî jî, bi pêşxistina zanisteke hebûna jinê re gengaz e. Lewma divê jineolojî zanisteke hebûna jinê ya bi kok pêş bixe. Di zanist gihandina pênaseyeke rast û civakî de, her wiha bi pêkanîna girêdaniya wê ya bi exlaq û estetîkê re, cihekî jineolojiyê ya girîng heye. Pêwîst e mirov zanistê, di wateyekê de ji aqlê mêr ê pirr zêde analîtîk e û desthilatdar e derxe û bixe mihvera jin û civakê; divê mirov zanistê ji bûyîna rêk û rêbaza çeloxwarkirina heqîqetê derxe û di gihandina heqîqetê û di têkoşîna di vê oxurê de bike zemîna herî bingehîn.

Rastiyeke ku feraset û avahiya zanista-civakî ya modernîst, bi taybet jî di çarîka dawî ya sedsala 20’emîn de bi awayek berfireh tê rexnekirin. Lewre di vê mijarê de hêz û zemîneke pirr girîng a rexneyê derketiye holê. Lê belê tevî vê jî ev rexne nagihijin sîstemekê, dîsa xet û sîstema îktîdara zanebûnê nayê derbaskirin. Helbet ev jî bi nêrîna ji rizgariya jinê û pirsgirêka azadiyê re girêdayî ye. Nêzîkbûna wan a ji jinê re, bi awayek rast pênasenekirina nasnameya jinê ya civakî û pê ve girêdayî pirsgirêkên azadiyê bûye sedem ku nebin bizaveke (akım) bingehîn yan jî sîstem. Tevî hemû ked û lêgera van a sîstema alternatîf, di van derdoran de bandora xwe xwedîkirina ji avaniya bavik û desthilatdar pirr zêde ye. Dikare were gotin wê rexneyên jineolojiyê yên der barê bizava post-modernîzmê de û nirxandina wê ya rexneyên ku têne kirin, bihêlibe ku zanista civakî li ser zemîneke civakî û di mihvera jinê de bê kûrkirin û sîstemekê qezenc bike. Ev nirxandin û rexneyên jineolojiyê jî wê di zanista civakî de derketineke girîng pêk bîne.

Zanist di cewhera xwe de ekolojîk û femînen e û berhema zekaya esnek e. Zanista jinê, di serî de pêwîst e di qada zanista heyînî de bi teşeya ku tevahî hebûnên xwezayê bigire nava xwe û weke dirêjbûna xwezayê û parçeyekî wê ya ku cuda bûye pênaseya zanist a têkiliya jinê ya bi xwezayê re, biyolojiya jinê, felsefeya heyînê, di çarçoveya diyalektîka xwezayî de pêşketina zekaya analîtîk û zekaya hestiyarî û têkiliyên wan ên bi hev re, digire nava xwe. Pêwîst e jineolojî, di berfirehiya dema herî dirêj de û di çarçoveya sosyolojiya çandî, sosyolojiya hebûnê, sosyolojiya pozîtîf û bi taybet jî sosyolojiya azadiyê de bicihbûneke zanista civakî pêk bîne. Ger jineolojî bi awayekî xurt li ser vê nêrîna sosyolojiyê were kûrkirin û were rûnişkandin, ev ê bi xwe re jineolojiyê hem di nava zanista civakî ya alternatîf de bike ya herî dînamîk hem jî di pîvana azadiyê de bike şaxeke bingehîn. Li gorî vê;

A- Di çarçoveya sosyolojiya dema dirêj de; Wê di civaka çandî de hebûna jinê, girêdayina jinê ya bi tevnên bingehîn ên civakî yên weke çand, ziman, huner, ol re û di vê wateyê de têkiliya jin-zarok, dualîteya jin-mêr, pêwendî û nakokiyên jin û mêr bi hev re, dîroka pêşketina zayendtiyê, girêdayîna zayendtiyê bi etîk-estetîk û aboriyê re, rola jinê ya di civakîbûnê de, diyardeya (olgu) malbatê, li dora jinê pêşketina qadên civakî yên weke aborî, etîk-ekolojî-estetîk û bandorên jinê yên di roja me ya îro de bigire nava xwe. Jineolojî wê bi awayekî zirav van û mijarê wekî van bigire dest û ligel daneyên zanistî pêşxistina wê ya weke wate-zanistî bigire nava xwe.

B- Di çarçoveya sosyolojiya pêkhateyî de; Bingeha pêkhate ku xwe dispêre civakîbûna li dora jinê, weke çanda maddî û manewî hem mîtolojî û hem jî sîstematîka civaka dayik a neolotîkê, sazîbûna organên polîtîk û exlaqî, di civakîbûna li derdora jinê de têkiliya avanî-fonksiyonelbûnê ya aliyên arkeolojîk û dîrokî ya çanda dayik-xwedawend bi palpiştên xwe yên zanistî ve derxistina holê û pênaseya wê digire nav xwe. Jineolojî di heman demê de ev alî li ser roja me ya îro çawa bi bandor dibin û xwe çawa didin der jî bi awayekî zelal derxe holê.

Di çarçoveya sosyolojiya pêkhateyî de, divê çavkaniyên avabûnê yên bingehîn ên avaniyîbûna şaristaniya dewletperest-bavik ku di rewşa antî têza civakîbûna li derdora jinê de ye û di mijarên weke ol-dewlet-desthilatdarî-xanedanî-hilberîn-çîn-karbeşî de statuya jinê bi hêz were analîzkirin. Keda jinê û di mijarên weke aborî-zayendtî-malbat-etîk de dîroka mêtingehkirina jinê û mekanîzmayên wê, di eniya jinê de rexnekirina sîstema heyî, têkiliya jin-desthilatdarî, jin-exlaq, jin-polîtîka; di nava sîstema şaristaniyê ya navendî de formên hebûn û berxwedana jinê û dîroka wê digire nava xwe. Di vê çarçoveyê de ligel nirxandina bi awayekî kûr û berfireh a koletiya kûr ku ji aliyê sîstema şaristaniya navendî ve bi jinê re hatiye kirin yek, divê “kodên ku ji jinê re hatine hundirînkirin” werin analîzkirin.

C- Di çarçoveya sosyolojiya pozîtîf de; bûyer û diyardeyên hîn demkurt û demên navin ên weke; di pêvajoyên guherînên sîstemîk û reforman de rola jinê, di şerên ku hedefa wan avakirina hegomanya ye de jin bi kar anîn, bandorên vê li ser jinê, formên jin-hilberîn û formên zayendperestiya civakî ya li ser jinê, di her pêvajoyê de mekanîzmayên ku desthilatiyê ji bo jinê ava kirine û girêdana van bi pirsgirêkên avaneyî yên sîstemê re, guherînên ku di van de derdikevîn holê, di her serdemê de modelên hegemon ên jinê û girêdanê van bi sîstemê re, girêdana di navbera guherîna di demografyayê û kedxweriya li ser jinê de, di bûyerên cur bi cur ên civakî de rola jinê digire nava xwe.

D- Di çarçoveya sosyolojiya azadiyê de; Çarçoveya azadiya jinê ya felsefîk-teorîk û zanistî, têkiliyên azadiya jinê bi civakê re, xeta azadiya jinê û xeta berxwedanê ya pêşketina dîrokî, femînîzm, rexneya jin-navend a li ser feraseta zanista civakî ya hegomonîk û avaniya zanînê, feraseta zanista civakî ya alternatîf di çarçoveya azadiya jinê de nirxandinê digire nava xwe. Di vê çarçoveyê de mijarên berfireh ên weke; pêşketina avaniya zanînê (bîlgî yapisi) ku xwe dispêre hevseng û senteza zekaya hestyarî-analîtîk, diyardeya malbata demokratîk û bingehên bihevrebûna azad, avakirina têkiliya zanist û etîkê, li ser vê bingehê pêşxistina zanista watedanê ya jinê û zanista şîroveyê ya jinê wê bigire nava xwe. Demokratikkirina polîtîkayê li ser bingeha avakariya pozîtîf, yekbûn û senteza perspektîfa azadiya jinê bi perspektîfa azadiya civakê re, pirsgirêkên avakirina civakîbûna jina azad, erkên vê avakirinê û têkiliyên vê bi şaristaniya demokratîk re, feraseta tifaqan û mijarên cuda û qadên cuda yên lêkolînê digire nava xwe.

Li ser vê bingehê ev xebateke wiha ye ku wê hem hêz û quwetê bide xebaten pênase, nasnameya civakî ya jinê û hem hêz bide xebatên li ser dîroka mêtingehkirina wê û biyanîbûna ku jiyaye, hem jî hêz bide xebatên teorîk-felsefîk û zanista civakî ya azadiya jinê. Aşkere ye ku wê ev xebat hêzeke ronahîbûnê û guherînê ya berfireh û demdirêj derxe holê, pêş bixe. Ji ber vê yekê ku jixwe tê fêmkirin da ku ev, xebata yekeyekê (birim) derbas dike. Lê belê ev jî rastiyek e ku ev xebat di nava xwe de yekebûnekê hewce dibîne, lê bi rêxistinbûn û perspektîfeke giştî nayê meşandin.

Jin, heya roja me ya îro nikare were pênasekirin. Tevî ku li derdorê di qadên weke mîtolojî-ol-felsefe-hunerê de sîstemeke pirr berfireh a zanînan û avaniyên cuda hatine çêkirin; hebûna jinê her tim di tariyê de hatiye hiştin. Di mijara ku “jin çi ye” de di asteke bêdawî de fikir, sembol û darêz hatine avakirin. Îdeolojîkkirina herî bi sîstem û kûr li derdora jinê hatiye pêşxistin. Dikare were gotin ku, tu hebûneke din ev qasî bi awayekî îdeolojîk nehatiye fikirîn. Bi qasî ku heya asta dawî tê bilindkirin ew qas jî di rewşa amûrek ku tê biçûkkirin de ye. Jin, weke nasnameyek hem tê perisandin, hem jî tê lanetkirin, hem sembola bêgunehbûnê-exlaqê, hem jî tê de taybetmendiyên jirêderxistinê yên şeytanî û bi qirêj xwe didin der hatiye fikirîn; endama dest jê nabe ya mîtolojî, ol, felsefe û huneran e jî. Jin hema bêje di rewşa amûrek ku li derdorê wê; cîhan, civak û mirov di aliyê zanebûn û ruh de ji nû ve hatiye avakirin de ye. Dixwaze bila di wateya negatîf de -di wateya desthilatiyê de-, dixwaze bila di wateya pozîtîf de -di wateya avanîperestiya civakî de- be, jin nasnameyek e ku li derdora wê, jiyan, civak û mirov di aliyê zanebûn û ruh de tê avakirin. Bidestxistina nasnameya yekemîn çavkaniya xwe ji jinê digire. Nasnameya jinê ya ku li gorî mêr û pozîsyona wî ya hegoman tê avakirin pejirandin, bila li aliyekî bimîne; bi awayekî radîkal ev rexne kirin ji erkên herî bingehîn ên jineolojiyê ye. Divê jin ne li gorî mêr; bi temamî bi nasnameya xwe ya civakî û hebûna xwe were pênasekirin û bingehên vê yên zanistî bihêz were danîn. Di vê wateteyê de nasname û rolên ku zayendperestiya civakî ava kirine nayên qebûlkirin. Ev, di heman wateyê de hinceta têkoşîna îdeolojîk e. Ya ku di wateya rastî de jineolojiyê bike zanist, qebûlnekirina wê ya nasnameyên ku heyî ye. Di vê mijarê de, pêwîst e di zanebûnê de, di feraseta jiyanê de, di helwest û hestan de pîvanên radîkal ên redkirinê bi awayekî radîkal pêş bikevin. Heya ku ev pîvanên redkirinê bi pêş nekevin, ne gengaz e ku jin bi heqîqeta xwe ve bibe yek û xwe bigihîne îfadeyeke zanistî ya xwe bi xwe. Di vê wateyê de jineolojî jina ku di statuya heyî de tê ragirtin û bi vê statuyê re bûye yek qebûl nake. Ne jina hatiye perçiqandin, keda wê tê xwarin û jina teslîmkar û ne jî jina ku dişibe mêr, ku di bin navê redkirina rola zayendperest a civakî û îrade û fikra azad de zayendîperestiyê di aliyê din de pêş dixe qebûl kirin gengaz e.

Li ser vê bingehê ji xebatên herî bingehîn ên jineolojiyê ev in; yek; pêşxistina zanista hebûna jinê ye. Mijarên weke, bi rastî jî jin çiye û ne çi ye, wê çawa were pênasekirin, çawa xwe ava kiriye, bi gerdûn, xweza û civakê re têkilî û nakokiyên wê yên heyî wê çawa bi awayê felsefeyeke hebûnê ya bi hêz sîstematîze bike, di vê çarçoveyê de ne. Li pêşberî mêr, pênaseya mêr, ku jinê tune dihesibîne û dike amûrek ku pê hêstên xwe yên bêbaweriyê, hesûdiyê û bi her awayî hestên lewaziyê dide der û her ku jinê biçûk dike, diperçiqîne, dibe xwediyê wê, ew qas jî xwe mezin dike û mezin dihesibîne, qebûl nake. Bi heman awayî li dijî awayekî cuda yê nakokî û diyalektîkek ku dişibe vê ya bi awayê efendî-kole, spî-reşik, kirde-bireser e. Lê belê ligel vê dijberiyê, ev jî rastiyek e da ku; ji bo ku ew jî bigihîje pênaseya xwe ya rastî lêkolîn û kûrbûneke pirr mezin û ji beriya her tiştî jî xebateke felsefîk û sergihayî hewce ye. Ji bo ku diyalektîka xwezayî ya hebûnê bi jinê were pênasekirin, divê dualîzma stewr (kisir) û kujêr a paradîgmaya hegomon bê derbaskirin. Em dikarin diyar bikin ku; dikare herî zêde taybetmendiya pozîtîf û avaker a diyalektîkê di hebûna jinê de were pênasekirin.

Azadiya jinê bi qasî ku sîstema pirr berfireh a şaristaniya hegemonîk ji bo jinê di aliyê îdeolojîk û zanista civakî de analîz dike, pêşxistina avakirina sîstema civaka alternatîf û sîstematîka fikrê jî girîng e. Li dijî zanistperestiyê, zanistê, di çarçoveya civakî û dîrokî de wê ji nû ve pênase bike û bi taybet wê li dijî parçebûn û kategorîbûna zêde ya di navbera disîplînên zanistan de jinê jî civakê jî bi nêrîneke yekpare û komple bigire dest. Her wiha jineolojî di wateyekê de ji bo feraseta zanista nû faktora ku yekparetiya di navbera zanistan de çêbike wê bibe bingeh. Jineolojî di heman demê de ligel etîkê, bingehên têkoşîn û projeya jiyaneke azad datîne ku ev, taybetmendiya herî bingehîn a ku wê ji feraseta zanistperestiyê û zanista civakî ya hegomonîk cuda dike ye. Em dikarin xala ku pirsgirêka azadiya jinê hatiyê, bi vî awayî rave bikin.

 

Related Articles

Back to top button