Arşîv

Gîha heye lê pênîr tuneye

Krîza aborî ya ku sewalkarî aniye asta tunebûnê û polîtîkayên şer bandor li penîrê bi gîha yê Wanê jî kir. Nergîs Tunç diyar kir ku gîha heye penîr tuneye.
Ji ber polîtîkayên şer yên hikûmetê û krîza aborî ya her diçe mezin dibe sewalkarî hatiye asta tunebûnê. Li gundê Kopanîs a navçeya Îpekyol a Wanê jina bi navê Nergîs Tunç diyar kir ku ji ber krîza aborî di biharê de dest bi firotina sewalan kirine û ji ber şîr di destên wan de nemaye hewcedariyên xwe yên penîr û mast jî çê nekirine. Nergîsê destnîşan kir ku her sal van mehan de amadekariyên zivistanê dihat kirin û got di biharê de gîhayên mend, siyabo, çunk, sîrmo, çatir, so û kurat kom kirine lê ji ber şîr tuneye nikarin penîrê bi gîha çê bikin.
‘Bîdonê 10 kîlo tije nabe’
Nergîsê bertek nîşanî krîzê da û got gîha heye penîr tuneye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di biharê de ji ber krîzê me sewal fitotin. Gelek pezê min hebû. Tiştek di destên me de nema me jî firot. Ji xwe biharê de şîr zêde ye. Her sal min gelek penîr dikir bin axê. Em ê zivistanê bêyî penîr çi bikin. Penîrê min bi rojan kom dikir bîdonê 10 kîlo tije nedikir.”
Nergîsê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber krîza borî penîrê bi gîha yê navdar ê Wanê çê nekirine, ji ber tunebûna şîr, bê penîr mane.
Back to top button