Arşîv

Ayîşa Hiso: Şoreşa Rojava di kesayeta jinên azad de misoger dibe

 Yekmîn Kongireya Damezrîner ya Rêxstina Jinê ya PYD’ê bi dirûşmeya ” Jina azad misogeriya civka Exaqî û polîtîk e” hat destpêkirin. Axaftina destpêkê ya Kongreyê ji aliyê Hevseroka PYD’ê Ayîşa Hiso ve hat kirin Ayîşayê  anî ziman ku meha  Şoreşa Rojav a 19’ê tîrmehê bû vejîna tevahî jinan û wiah got” Di kesayeta jinên azad de şoreşa ku hat kirin îro misoger dibe.”
Yekmîn Kongreya Damzrîner a Rêxstina  Jinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk  (PYD) ku bi tevlîbûna zêdeyî 300 delegeyên jin ji hemû pêkhatiyên Bakûrê Sûriyê û ji dervê welêt tê de amade bûn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Axaftina destpêkê ya Kongreyê ji alyê hevseroka PYD’ê Ayîşa Hiso ve hat kirin. Ayîşa diyar kir ku  îro rojek dîrokî ye ji bo tevahî jinên ku di nav xebatên PYD’ê de cih girtin û wiah domand: “Di kesyaeta Avêsta Xabûr û kesên mîna wê de em berxwedana Serdemê berxwedana jinên rojava silav dikin vê kongreyê diyarî gelê berxwedêr ku niha li Şehbayê berxwedaniya xwe dewam dikin û xwedî li Efîrnê derdekivin  dikin.”
‘Aştî dê bi hêza jinê pêk bê’
Ayîşeyê bal kişand ser salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmehê û wiha dirêjî da axafitna xwe ” Di kesayeta jinên azad de şoreşa ku bi biriyar û bi îradeya azad hat kirin îro mesoger dibe. Pirsgirêkin li Sûriyeyê û alozaiya heyî bi rengê jin û bi riya diyalog bi zimanê jinê dê werin çareserkirin û aştî dê bi hêza jinê pêk bê.”
‘Kombûna van jinan soza şehîd Şîlan bû’
Berdeveka Kongireya Star Evîn Siwêd ya ku li ser navê tevgera jinan axivî jî kongire li jinên PYD’ê pîroz kir û ev tişt  got: ” kêfxweşiyeke mezine ku îro ewqeyîs jinên bi hêz li vêderê kom bûne.  Di kesayeta hevalên şehîd de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim, kombûna van jinan îro li vir soza  şehîd şîlan bû.”
Evînê balgişand  ser Aloziya heyî jî û wiha got: ” Kongire di rewşeke du aliyên Sûriyeyê ber bi aloziyê ve diçin, tê lidarxistin û îro ev  jinên li vir dê  ji bo çareseriya vê aloziyê biryarê bidin. jinên li nava PYD’ê  ku bibin pêşeng wê ji tevahî jinan re li ser felsefiya Rêber Apo bi dengekî  xurt Sûriyek nû ava bikin ku jin têde bi rol û hêz bê.
Kongire bi axavtinan dewam dike, dê paşê perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan werin xwedin.
 ( JINNEWS)
Back to top button