Arşîv

‘Armanc gihandina hemû jinan e’

Endama PYD’ê Şerîfa Hesen got armanca damezirandina kongreyê ew e ku hemû jinên ji ber sîstemên sermayedar êşê dikişînin ji zîhniyeta desthilatdar a mêran rizgar bibin û jin di hemû aliyên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şerîfe Hesen ku ew jî beşdarî Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a PYD`ê bû, têkildarî armanca avakirina rêxistineke taybet a jinan di hundirê partiyê de, ji ajansa me re axivî.

Şerîfe Hesen wiha got: ʺEm wek jinên PYD`ê, me xwe wek endam di nava partiyê de bi rêxistin kir. Lê li gorî pêngava di dema niha de ji me tê xwestin ku em rêxistina xwe li ser asta Rojava-Bakurê Sûriyeyê berfireh bikin û navendên xwe li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Ewropayê jî vekin da ku rêxistina me ya jinan berfireh were avakirin.ʺ

Şerîfe Hesen di berdewama axaftina xwe wiha pê de çû: “Ji ber wê jî di vê demê de, me kongreya rêxistina jinan a girêdayî Partiya Yekitiya Demokratîk li dar xist da ku dengê me bigihîje hemû jinên Rojava, Sûriyeyê û hemû Ewropayê jî, bi hemû pêkhateyên xwe yên kurd, ereb û sûryanî jî di nav de. Armanca me ji lidarxistina kongreyê ew e ku em bi hemû jinan re têkildar bin da ku jin bigihîjin azadiya xwe û jin bikarin xwe bi xwe, xwe bi rêxistin bikin.

Şerîfe anî ziman ku dewletên desthilatdar dixwest jinan wek robot bi kar bînin, lê Şoreşa Rojava û di bin siya birêxistinkirina jinan de, jin gihaştin pêngaveke pêşketî ji aliyê siyasî û leşkerî ve û jinan di Şoreşa Sûriyeyê de bi xêzeke zelal ji hemû jinên Rojhilata Navîn re rêyek xêz kir.  Şerîfe axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em hewl didin ji zîhniyeta mêrserdest rizgar bibin û jinan di hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin bikin.ʺ

Şerîfa tekez kir ku êrîşên li ser Rojava tên hemû di destpêkê de li ser jinan bûn, ji ber wê jî PY girîngiyeke mezin da jinan û rola wan di civakê de û wiha pê de çû: ʺLi rexmî ku em di şer de ne û em ne pispor bûn, lê dîsa jî jinan kedeke mezin da û gihaştin astên pêşketî da ku bigihîjin azadiya xwe.”

Di dawiya axaftina xwe de Şerîfe Hisên ev tişt got: ʺJinan di hemû qadên jiyanê de cih girtiye ji aliyê siyasî, leşkerî, aborî, civakî û çandî ve. Bi avakirineke rêxistineke taybet ji bo jinan di nava PYD`ê de, jin dê bikarin bêhtir xwe bi rêxistin bikin.

(ANHA)

Back to top button