Arşîv

Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê dawî bû

Yekemîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê ku bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinan bikin şoreşa civakî” hate lidarxistin bi biryaran û hilbijartina koordînasyona kantona  bi dawî bû.

Konferans bi beşdarbûna 350 delegeyên Kongreya Star ên kantona Hesekê li salona Beylesan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo hate lidarxistin

Beşdaran raporên xebatên kogre yên du salên derbasbûyî nîqaş kirin. Giraniya nîqaşan li ser çawaniya derbaskirina kêmasî û şaştiyan û pêşxistina rola jin di her qadan de bû.

Piştî nîqaşên bi qebûlkirina piraniya delegeyan biryar hatin girtin ji wan;  dîroka jin li Bakurê Sûriyê dê were belgekirin, rêxistinkirina navendên lêkolînên jinelojî û pêşxistina pirojeyên çandî, aborî û civakî yên xweser, her wiha pêşxistin projeyên ciwan û zarokan.

Wekî din jî biryar hate girtin ku têkiliyên kongre bi rêxistinên jinan werin çêkirin û xebatên kongre çi li hindir be û li derve be jî gel re werin danasîn, rêxistinkirina meclis û komînan jin û pêşxistina koperatîfan û vekirina akademiyên jinan, her wiha rêxistinkirina ragihandina jin û xurtkirina komîteya parastina xweser û pêşxistina zanista ekolojî.”

Di dawiya konferansê de, dengdan pêk hatin, 15 rêveberên Kongreya Star ên katona Hesekê hatin hilbijartin.

Rêveberên nû sûnd xwarin ku ew ê li gorî rêbazên netewa demokratîk kar bikin.

(ANHA)

Back to top button