Nûçe

Bi hevaheniya di navbera Kongra Star û Desteya jin civînek hat li darxistin

îro di seatên sibê de ji bo avakirina komîteya Dengê jin li herêma Firatê bi hevaheniya di navbera Kongra Star û Desteya jin civînek hat li darxistin

Kongra star ya herêma Firatê jı bo avakirina komîteya dengê jin cıvinek li darxistin

Kongra star ya herêma Firatê Îroj Pêncşem Dîrok 17,8,2023 an de bi hevahenıya di navbera Kongra Star û desteya jin ya herêma Firatê  civînek li cihê Rêverberiya xweser ya herêma Firatê ji jinên ku di saziyên  mafê jinandiparêze  li darxistin, ji bo avakirina komîteya dengê jin ,aliyên ku tevlî vê civînê bibûn ji sazî û rêxistinên weke, Kongra Star li herêmê û yên navçeyên wê, Mala jin, Rêxistina sara, Meclisa edaletê , Asayîşa jin, Destya jin, Ofîsa jin ya tenduristî û hwd , her wiha berî ku dest bi civînê bê kirin, deqeyek Rêzgirtin ji li ser rihê şehîdên azadiyê sekinîn û piştre ji aliyê Endama meclisa Kongra Star ya herêma Firatê ji aliyê Zozan Bekir ve axaftin hate kirin.

zozanê di axaftina xwede bal kişand li ser çawa wê vê komîteya xwe bi rêxistin bike û li ser çi esasî bê avakirin û armanc ji  vê komîteyê çi ye, di bingehde ji bo kuştin û xwe kuştina jin di herêma firatê de û her wiha ji bo dozên ku bûye demeke dirêj nehatine çareserkirin ,her wiha kesên ku pêwîste di vê komîteyêde cihê xewe bigirin ji saziyên weke, evîn , Kongra Star, Desteya jin, Mala jin, Rêxistina sara ,Edaleta civakî, cerîmê,Tendûristî, her wiha wê ev komîteya li hemî navçeyan û beldeyan bên avakirine ,her wiha zozanê di nirxandina  xwede da eşkere kirinser ku wê di demên nêzde perwerdeyek ji bo Mala jin,  her wiha ji bûyî kesên ku dive komîteyêde cih  bigirin wê bê vekirin ,û piştî ku zozanê axaftina xwe bi dawî kir,ji aliyê beşdarvana diyalog û guftugo hatin kirin  hin axaftinên dijî hatin kirin û bi civîn bi heman fikir û biryarê bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button