Li bajarê Reqayê panelek ji bo balkişandina ser girîngiya sepandina qanûna malbatê
bı beşdarbûna Tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin diruşmeya: Ji bo avakirina jiyaneke azad, û civakeke hevgirtî.
panêl îro Pêncşemê 17.08.2023ê li hola Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Reqayê hate lidarxistin. Di sempozyuma ku hat lidarxistin de nûnerên tevger û rêxistinên jinan amade bûn, 2 endamên koordînasyona Kongra Star , Şîraz Hemo û Nesrîn Doko jî beşdar bûn.
Di sempozyûmê de du xal hebûn: “Eksena yekem rastiya jin ya civakî, ya duyemîn jî mekanîzmaya rûbirûbûna sûcên li dijî jinan bi rayedarên dadweriyê re ye.
Armanca lidarxistina vê sempozyûmê ji ber pêwîstiya lezgîn bi pêkanîna wekheviya rasteqîne di nava civakê de, bi destxistina prensîba hevjiyana azad û xurtkirina feraseta malbata demokratîk ku bingeha çareseriya piraniya pirsgirêkên civakî ye. ku di dema kirîza Sûriyê de zêde bû, û kêmkirina jihevketina malbatê, ku yek ji wan sedemên bû ku krîzê ava kir.
Di dema ku sempozyûmê bi rêya daxûyaniya xwe ya girtinê çend pêşniyar hatin pêşkêşkirin, ji wan: xebat li ser lidarxistina semînerên diyalogê yên xurt di nav hemû beşên civakê de – ne tomarkirina zewacên li dadgehên di bin hijdeh salî de – pêwîstiya hevgirtinê bi CEDAW re û karkirina ji bo cîbicîkirina wê.