Arşîv

‘Jin bi saya felsefeya Ocalan ji zilm û zordariyê rizgar dibin′

Roşîn Mûsa destnîşan kir ku ji destpêka dîrokê ve jin rastî zilm, tundî û binpêkirina nasnameyê tên, lê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan xwe ji wê zilmê rizgar kir û mînaka wê jî rêxistina kongreyeke taybet di nava Partiya Yekitiya Demokratîk de ye.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Roşîn Mûsa têkildarî yekemîn kongreya jinên PYD`ê ya bi dirûşma “Jina azad mîsogerya civaka exalaqî û polîtîk e” ku li bajaroka Rimêlan hate lidarxistin, ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Endama PYD`ê li bajarê Helebê Roşîn Mûsa ji civaka êzidî ye. Roşîn Mûsa got jinên êzidî cihê xwe di nava partî, rêxistin û karê xwe de di nava civakê de tekez dike.

Roşîn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê ve û heta roja îro jin rastî gelek zehmetiyan hatin û nasnameya wê ji aliyê zîhniyeta desthilatdar ve hate binpêkirin û wiha pê de çû: “Jin ji gelek mafên xwe mehrûm bûn. Nikaribûn nêrîna xwe di tu aliyan de bibêjin. Tenê wek amûr ji bo zayînê dihatin bikaranîn û di nav çar dîwaran de dixebitîn. Derfet nedidanê ku rêya xwe diyar bike yan nêrîna xwe di tu tiştî de bîne ziman.”

Roşîn tekez kir ku jinên li Rojava – Bakurê Sûriyeyê zana bûne, dizanin xwe di nava saziyên sivîl û leşkerî de bi rêxistin bikin, xwe di hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî, hunerî û aborî de bi pêş xistin û wiha pê de çû: “Ev hemû bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Yê ku jin ji hemû zincîran rizgar kir.”

Roşîn tekez kir ku balafirên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê û çekên wan bi sedan jin şehîd xistin lê îradeya wan neşikand. Roşîn bang Ii hemû jinan kir ku cihê xwe di nava rêxistinên jinan de bigirin.

Di dawiyê de Roşîn Mûsa got ku ew bi hêvî ye ku hemû jin cihê xwe di nava rêxistina jinan di PYD`ê de û bi taybet jinên êzidî bigirin. Ji ber ku ew di nava dîrokê de rastî gelek komkujiyên qirkirinê hatin, her wiha ji bo hebûna xwe di aliyê siyasî de tekez bikin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27