ArşîvDaxuyanîNûçe

Meclisa Kongra Star êrişa li dijî nûçegihanên JIN TV ya Rojavayî Kurdistanê şermezar kir

Meclisa Kongra Star hedef girtin û êrîşa tersonek li dijî nûçegihanên jin tv ya Rojavayî Kurdistanê ku îro piştî nîvro pê kanî şermezarkir û got 'bila saziyên mafê microvan bi erkên xwe rabin li dijî van kiryaran rawestin.'

Meclisa Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke rojnamevanan li ser rêya Amûdê-Qamişlo û di encamê de karmendekî JIN TV şehîd bû û rojnamevanek birîndar bû.

Di daxuyaniya Meclisê de wiha hat gotin:

‘bê navber şerê qirkirinê ji milê hikûmeta tirk ve li dijî hebûn u îradeya jin û gelê kurd û bi taybet li dijî hebûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi giştî dewam dike. bê ku qanûn u rêgezên mafê mirovan bigire ber cavan şerekî bê exalq li ser herêma kurdistanê pêktîne.

Di her dem û kêliyê de şoreşa Rojava weke dijminê xwe diyar kiriye û li ser vê bingehê wek temam kirina gefê xwe bi her şêwazan êrîşên  xwe pêktêne .di nava deh salan de istqrar , aramî u jiyana jin, zarok , mêr û xwezaya wan di nava metirsiyê dihêle.

ji destek dayîna komên terror û dij mirovahiyê ê ku komkujî li dijî herêmê di her kêliyê de pêk anîn û hêjî ev kiriyar didomin . ji dagirkirina gelek herêman u koçkirina gelê wê bi darê zorê ji bo pêkanûna armancên xwe ya  guhertina demografî.ji xirabkirina xwezayê qutkirina dar û ava li ser herêmê. ji armanc giritina pêşeng û rêveberên jiyana azad bi rê û rêbazên qirêj û bê exlaq .herwiha îro jî di setên piştî nîvrode wek berdewamiya van êrîşan carek din û bi rê ya dronan êrîşî grupê qenala jin TV hat kirin. ku bi vê êrîşa tersonek û ya bê pîvan ku sivilan u nûcegahanê ku ji ber şopandin û ragihandin û eşkere kirina van gefan bi Şev û Roj li ser piyanin kirin hedefa êrîşên xwe . Li gorî qanûnê cîhanê yê ku nabe ragihandin bê  hedef girtin.lê ji ber ku dewleta tirk bala cîhanê  nekşîne li ser terror û kiriyarên xweyî ne mirovane ev êrîşa tersonek li dijî nûçegihanên jin tv ya Rojavayî Kurdistanê pê kanî.

Em weke Meclisa Kongra Star hedef girtina  jin, zarok, civaka sivîl û bi giştî ragihandin  ku dibe çavê heqîqetê ku dibin hedefa êrîşên li dervî pîvanên mirovî   şermezar dikin û em dengê xwe dighînin tevahiya saziyên mafê mirovan ê ku bi nave parastina mirovan û mafê wan xwe bi nav dikin û pênase dikin ku xwe nebihîstî nekin û ji nedîtî ve negrin dest û bi erka xweyî mirovane rabin.’

Related Articles

Back to top button