Arşîv

Ji Kongreya Star daxuyaniya êrîşa li dijî Siwêda

Navenda Pêwendiyên Diplomasî ya Kongreya Star da zanîn ku êrîşa li dijî Şengal, Kobanê û Efrîn bi heman armancê êrîş li dijî Siwêda hate kirin.

Navenda Pêwendiyên Diplomasî ya Kongreya Star debarê êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li Siwêda daxuyaniyeke nivîskî weşand

Daxuyanî wiha ye:

ʺDAIŞ’ê ku nûnertiya hovîtîya desthîladariya faşîzm û qirkirînê dike, duh li bajara Siwêda êrîşê gel kir û di encama wê de zêdetirî 200 kesî  ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn hatin qetilkirin. Em di serî de sersaxî ji malbatan ku mirove wan jiyana xwe di êrîşê de dest dane dixwazin û ji birîndaran re şîfaya acil dixwazin.

Em wek Kongreya Star êrîşa terora DAIŞ’ê bi tûndî şermezar dikin û bang ji hemû gelên azadîxwaz û demokratîk dikin da ku li beramberî êrîşên ku bi taybetî li dijî çand û gelên resen pêk tên têkoşîna xwe bilind bikin. Êrîşa li dijî Şengal, Kobanê, Efrîn çawa bi armanca tunekirina gel û baweriyên resen pêk hatiye, êrîşa li dijî gelê Durzî jî ku têkoşîna xweseriya xwe didin bi heman armancê pêk hatiye.

Gelê Durzî jî wek gelên din ên heremê li beramberî xeteriya komkujiyê de berxwedaniya xwe didomînin. Divê di serî de jinên demokratîk û raya giştî ya demokratîk pêşiya qirkirinên çandî ku taybet li dijî gelên resen pêk tê û xeteriya komkujiyan  ertim dijîn têkoşîna xwe bilind bikin û çandên resen ku temsîla nirxên dîroka mirovahî dikin biparezin.ʺ

(ANHA)

Back to top button