DaxuyanîNûçe

Hûn jî bibin dengen xeyalên zarokan û bêdeng nemînin 

 Îro li kantona Helebê û Şehbayê  komîteya Şilêr bi Daxuyaniyekê  4 zarokên ku ji ber êrîş û bombebarana dewleta tirk li ser minbicê şeramazkirin

Îro li kantona Helebê û Şehbayê  komîteya Şilêr bi Daxuyaniyekê  4 zarokên ku ji ber êrîş û bombebarana dewleta tirk li ser minbicê şeramazkirin ,di dîroka 1/9/2023 de, bi êrîşeke nemirovane bir ser bajarê Minbicê,li Şehba Heleb ev êrîş ji aliyê zarokan ve a komîteya Şilêr hat şermezarkirin

Li Şehba 2.9.2023 Daxuyanî ji aliyê zaroka bi navê Ariya îmade hat xwandinê, daxuyanî li taxa Şêx Meqsûd a Bajatê helebê li pêşiya navenda Komîteya Şîler a li taxa rojava  hate xwendin.

Çawa ku di vê rojê de Roja Aştiya Cîhanê û mirovahiyê ye, di vê rojê de jî her kes bi ken û kêfxweşî jiyana xwe didomîne.

Û di derbarê vê rojê de sedema binpêkirina pevçûn û şeran e. Mixabin ev roj ji ber hovîtiya dewleta Tirk careke din bi xwînê hat nuxumadinê

Di encema êrîşa Dewleta tirk  Li Minbic 4 zarokan jiyana  xwe dest dan.

Bêdengiya saziyên ku mafên zarokan diparêzin û dişopînin li hemberî qetilkirina zarokan bêdeng mane, ev ji dibe sedema ku zarok bên qetilkirin,

Di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina serhildan , bilind kirina dengê xwe û ne pejirandina  kûstina zarokan hat kirin, em weke komîteya Şilêr bi navê zarokan dîsa van komkujiyan û êrîşên li ser  herêmê de diqiwimin şermezar dikin,em weke zarok herdem li dijî van êrîşan bisekinin.di dawî de zarokan daxwaz kirin ku berpirsên ku bi mafê zarokan re pêwendîdarin li dij van êrîşan bêdeng nemînin .

Back to top button