na ji ku,şt,ina zarokan re em bibin dengê xeyalên wan
koordînasyona zarokan a herêma cizîrê bi daxuyaniyekê êrî,şên dew,leta Tirk şerm,ezar kir

Îro di yekşem 3.9.2023 li bajarê qamişlo li pêşiya navenda desteya jin a herêma cizîrê daxuyaniyek ji aliyê koordînasyona zarokan a herêma cizîrê hat dayî daxuyanî bi mebesta şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a faşîst ku di roja 1ê îlonê roja aşîtiya cîhanê tê pênasekirin lê ev roj bi van êrîşan ku zarok bûne qurbanê van êrîşan ev roj bi xwînê hate pêçand û careke din ruyê dewleta tirk a nemirovane derkete meydanê lewra bi vê mebestê daxuyaniyek ji raya giştî re eşkere kir , daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Cûliya xelo ve hat xwendin û bi zimanê erebî ji aliyê Nûdem şero hat xwendin ,daxuyanî wiha bû
Kuştin, seqetkirin, revandin û tundiya zayendî li dijî sivîlan bi giştî û zarokan bi taybetî li ser destê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li herêmên ku ew kontrol dike û sivîlên bêçek, di nav de zarok, li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk armanc dikin.
Ev jî heman bûyerên ku bandorê li zarokên li cîhanê yên li herêmên kû şer û pevçûnên lê hene diqewime û di bin nîrê bombebarana hovane de ne.
Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de, dewleta Tirk careke din guh neda peyman û qanûnên navneteweyî, ji ber ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker roja Înê di saet 09.di 1ê.9.2023’an de Li gundê Mohsenlî yê dikeve bakurê rojavayê Minbicê êrîşek pêk hat û di encamê de 4 zarok hatin şehîd kirin.
Di vê bûyera armanckirina xelkê herêmê û pêkanîna komkujiyên li dijî gelê me, jin û zarok jî di nav de, ku tu gunehên wan ji bilî ku li ser herêmeke cografîk bêhna xwe vedidin. Di xendeka dawî de demokrasiyê diparêze ku nefes bigire û rêgezên azadî, demokrasî û edaletê zindî bike dewleta tirk îspat kir ku ew alîgirê şerin û ne parêzvanê aşitiyê ne
daxuyaniyê bal kişand ser bêdengiya dewletên navnetewî û wiha domand ,Ji roja ragihandina Rêveberiya Xweser ve, herêmên me rastî êrîşên dijwar tên ku hemû pêkhate û gelên herêmê hedef digre
êrîşên dagirkeriya Tirk bi bêdengiya navneteweyî re rû bi rû man. Bi vê bêdengiyê êrîş dike.
em weke Koordînasyona Zarokan li herêma cizîrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me , bi taybet li dijî zarokan şermezar dikin.
Koordînasyona zarokan a herêma cizîrê di dawiya daxiyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ku bi parastina mafên mirovan û zarokan re têkildar in dixwazin bêdengiya xwe bişkînin û bibin dengê heqîqet û mirovahiyê û qîrîna zarokên me û nalîna dayikên me bibihîzin.
Û bibe wesîleya zextê ku dawî li kuştina zarokan bê anîn