Arşîv

Çalakiyên ciwanan di roja 3‘an de berdewam e

Çalakiyên ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê yên li deriyê Sêmalkayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û siyasetên PDK‘ê ku nahêle ciwan derbasî Başûr bibin da ku piştgiriyê bibin ciwanên Başûrê di roja 3‘yemîn de didome

Şandeyeke ji Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk serdana konê çalakiyê kirin.

Di bin kon de bi navê Kongreya Star Fatîma Silêman nêzîkatiyên PKD‘ê ku destur nade ciwanan derbasî Başûr bibin, her wiha kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî gelê Kurd şermezar kir.

Fatima di axaftina xwe de piştgirî da çalakiyên ciwanan  û got, “Wekî Kongreya Star em amade ne piştgiriyê bidin ciwanan ta armancên xwe yên derbasbûan Başûr bi cih bînin.”

Di çalakiyê de, bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Raxîde Ehmed jî anî ziman ku bi destpêka Şoreşa Rojava re PDK‘ê bi hemû rêbazan hewl dide li pêşiya şoreşê astengiyan derxînin. Îro jî rê nade ciwanan ta ku piştgiriyê bidin ciwanan Başûrê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê.

Li ser mijarê Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Salîha Ebû Zeyd diyar kir pêngava wan a “Serî Hilde” berdewam e ta armancên xwe bi cih bîne û wiha anîz iman, “Em ji dibistana Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan fêr bûne, em ji dagirkeran re serî natewînin, ji bo azadiya gelê bindest têkoşîna me ranawest e.”

Di çarçoveya çalakiyê de şanoyek li ser jinên ciwan û şoreşê hate pêşkêşkirin.

 

Back to top button