ArşîvÇalakî

Li Taxa Zorafa Meclîsa Gel û Kongra Star civîneke berfireh lidarxist

Meclîsa Gel a taxa Zorafa ya paytexta Sûriyeyê bi hevkariya Meclîsa Kongra Star, têkildarî rewşa Rêbertî û tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî civîneke berfireh li dar xist.

Civîna berfireh a ku ji aliyê Meclîsa Gel a Taxa Zorafa û Meclîsa Kongra Star ve hatibû bi rêxistinkirin, îro Pêncşemê 9.9.2023’an derbarê rewşa Rêbertî û tecrîda li ser wî hate lidarxistin. Di civînê de bi dehan şêniyên taxên Zorafa û Rukneddîn û taxên Şamê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê destpê kir û ji aliyê rêvebera Kongra Star Berçem Yûsif, Koordînasyona Kongra Star Newroz Xelîl û rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Mustafa Nasan ve hate birêvebirin.

Di civînê de “polîtîkaya tecrîda sîstematîk a desthilatdariya faşîst a Tirk a li ser Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê li dijî Kurdan, li dijî tevahiya mirovahiyê ye” hate nîqaşkirin.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa Rêbertî û tecrîdê hate kirin û got: “Rayedarên Tirkiyeyê baş dizanin ku Rêbertî ji bo gelê Kurd û gelên herêmê çiqasî girîng e, lewma hewl didin cezayên li ser Rêbertî tundtir bikin û rê nedin ku Rêbertî danûstandinê bike. Berdewamkirina vê tecrîdê tê wateya domandina siyaseta qirkirina Kurdan û kolekirina gelên herêmê.”

Beşdaran bal kişandin ser wê yekê ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe gelên azad ji nû ve zindî kir û vîna wan zêde kir û got: “Ji ber ku fikir û felsefeya Rêbertî di vejîna îradeya azad a gelan de bi berxwedan û redkirina heqaret û teslîmiyetê ye. Ev 3 sal in tecrîd hatiye girankirin û ne malbat û ne jî desteya parêzeran ji Rêbertî agahî nayê girtin û ev polîtîka bi talîmatên rasterast ên hêzên hegemonîk ên cîhanê ku naxwazin Rêbertî  azad di nav gel de bibînin tê meşandin. ji ber ku ev yek wê bandorê li berjewendî û hegemonyaya wan bike.”

Di dawiya civînê de hat destnîşankirin, “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan û bidestxistina azadiya fizîkî divê em hemû azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin yek ji xebatên xwe yên sereke û çalakiyên xwe bi şev û roj bidomînin. ji welat û derveyî welat û em jî wek gelên li paytexta Sûriyê dijîn, divê leza têkoşînê bilind bikin, Rêbertî 20 sal in di vê qadê de têdikoşe, lewma ji bo me gelekî girîng û stratejîk e.”

Civîn bi qîrîna dirûşmên, “Bijî Serok APO”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button