ArşîvÇalakîNûçe

Li qamişlo Jina Emînî hate bibîranîn

Li Qamişloyê Jîna Emînî di salvegera yekemîn a qet\ilkirina xwe de hat bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rê\ber Ab\dullah Oc\alan dê têkoşîn dewam bike.

 

.

  bi boneya yekemîn salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi dehan jinên Kantona Qamişlo- Baku Rojhilatê Sûriyeyê  bi pêşengtiya Kongra Star di bin dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî re, ber bi Şoreşa jinê ve” li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner xwepêşandanek li dar xistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl di xwepêşandanê de axaftin kir.

‘Jin Jiyan Azadî wê bibe rêya xilasiya jinan’

Şaha Xelîl di çalakiyê de wiha axivî:”Serhildana ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” dest pê kir ne tenê di çarçoveya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ma, lê belê bû serhildaneke di asta cîhanî de û deng veda. Ji ber ku li Îranê sîstema heyî; sîstemeke ku bi hezarê salan li ser tunebûna jinan û xwarina mafên wê yên rewa hatiye mezinkirin. Her wiha li wî welatî zihniyeta olperestî pir li pêş e. Ji vê bingehê û bi pêşengtiya Jîna Emînî raperîn çêbû. Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” dê bibe rêyek ji bo rizgarkirina tevahî jinên blindest, dê bibe roja serkeftin û azadiyê. Bi felsefeya Rêber Apo ya ku dibêje “heta ku jin azad nebe, dê civak jî azad nebê”. Em jî dibêjin ku heta jinek bindest hebe li her hêleke cîhanê bi vê dirûşmeyê em ê xeta têkoşînê bilind bikin.

Xwepêşandan bi drûşmeya “jin jiyan azadî “ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button