DaxuyanîNûçe

Kongra Star li zorava ya bi ser paytexta Suriyê Şamê ji bo salvegera serhildana jin jiyan azadî daxuyaniyek dan

Kongra Star û jinên Meclîsa PYD’ê ya li taxa Zorava ya li paytexta Sûriyê Şamê bi boneya yekemîn salvegera şehadeta jina Kurd Jina Emînî ya li ser destê desthilatdarên rejîma faşîst a Îranê û serhildana Jin Jıyan Azadi daxuyaniyek da.

Kongra Star û jinên Meclîsa PYD’ê ya li taxa Zorava ya li paytexta Sûriyê Şamê bi boneya yekemîn salvegera şehadeta jina Kurd Jina Emînî ya li ser destê desthilatdarên rejîma faşîst a Îranê û serhildana Jin Jıyan Azadi daxuyaniyek da. daxuyanî wiha bû:

Jinên Kurd ên li Taxa Zorava ya Şam’ê hatin cem hev polîsên exlaqî yên ku ciwana Kurd Jina Emînî bi hinceta ku hicab negırtıye serxwe di bin îşkenceyê de qetil kirin, bi vê boneyê jin li hev kombûn û ev kiryar şermezar kirin .

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclîsa Kongreya Star Newroz Xelîl ve hate xwendin û wiha got:

Em weke Kongra Star li Şam, kiryar û girtinên ku ji aliyê rayedarên Îranê ve li dijî jina ciwan a Kurd Jina Emînî bi hinceta porê xwe ne nixumandiye, li wê xistin û heta şehîd ev işkence kirin, em  şermezar û lanet dikin. Jina Emînî çalakvaneke Kurd a bi nav û deng bû ku parastina mafên xwe û mafên jinan dikir.

Wê di berdewamiya axaftina xwe de got şehadeta wê bû çirûska şoreşê li herêmên Kurdistan,  û ev çirûsk li cîhanê belv bû, li zanîngehan xwendekarên jin rabûn ser piyan û daketin qadan û mêr jî tevlî wan bûn. Şoreşa jinan li Îranê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kir, ev dirûşma ku li cîhanê di konferansên Ewropa û medyaya navneteweyî de hate gotin ku jin azad û jêhatî ye, bibe bingeha jiyana azad û bi rê ve bibe. Di dawiya daxuyaniyê de jinan soza mezinkirina têkoşînê ji bo azadiya jinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bilind bikin dan.

Daxuyanî bi bilind kirina dirûşmeya jin jitan azadî  bi dawî bû

Related Articles

Back to top button