Li Iran 16 îlona 2022. de ji aliyê polîsê exilaqî vê hat qetilkirin,em hemû jîna emînîne ,Serhildana Rojhilat û Iran bi pêşengiye Jîna Emînî dest pê kir di bin diruşmeya’ jin jiyan azad, banga bilindkirin têkoşîn hat kirin,
Îroj Şemî dîrok 16,9,2023 Kongra Star ya herêma firatê bi mebesta salvegera jîna emînî meşeke girseyî li qada şehîd Eqît li darxistin Kongra Star, rêverberiya xweser, meclîs ,komîn, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan, ciwanên şoreşger, hîlala zêrîn tev çand hêzên ewlekarî û hwd, her wiha bi hezaran şêniyên herêma firatê beşdarî çalakiyê bûn,
kesên ku beşdarî meşê bûn di destên wan de alên kongra star, wêneyên jîna emînî, alên saziya malbatên şehîdan, û filêksên ku wiha li ser hatibûn nivîsandin ,ji bona dawîkirina tundiya li ser jin, û em hemû jîna emînîne û hin gotinên li ser filêksên din hatibûn nivîsandin , her wiha Fêleksên ku di bin dûrişmeya, JIN JIYAN AZAî , BI JIN JIYAN AZADÎ RE BER BI ŞOREŞA JI VE, û bi diruşmeyên jin jiyan azadî, bijî berxwedana jinên şoreşger, na ji tunekirina jin , bemire dagirkerî li ser hatibû nivisandin, çalakvan heye qada jina azad meşê bi deqeyek rêzgitin ji bo bîranîna şehîdê azadiyê sekinîn û piştre li ser navê tevgera jin axaftin hat kirin,
ji aliyê rêveberiya desteya jin Cîhan Derwîş ve axaftin hate kirin Cîhanê wiha axaftina xwe dest pê kir û got, siyasetên dewletan siyasetên desthilatdarana yên bi hişmendiyên zilam nêzî penc hezar sal xwe hertim li ser civakê serwer dikir û li kêlek wê jî di şexsê jin da hertim civak rastî qirkirina berdewam dike.
tê zanîn sîstemên dewletan sîstemên ku hevdu temam dikin li ser civaka xwe bi rêva dibin di şexsê jin de civaka di qirkirinê de derbas dike û heya roja îro ev hişmendî dubarê dibe, hedefgirtina îradeya jin, me dît gelek buyer gelek îskenciyên di ser jin de dihatin di serdemên derbasbû yî de heta roja îro ku çawa jineke ku li hember vê sîstem Iranê bisekinê li hember vê hişmendiya zilam ku ne qebûl kirina xwe dida nîşan û rastî êrîşn dewletan tên,
Cîhan di berdewamiya axaftina xwede wiha got , jinan pêşengtiya şoreşa rojava kir heta dawî jî ew destekeftiya xwe biparêzen, li dewleta îranê jî jina wekî jîna emînî, bi dest polîsên Exlaqî encama îskenciya û lêdan gihişte asta şehadetê me dît ku bi sedema têla pore wê bû, serhildana li Rojhilat kurdistanê rabû di bin diruşmeya jin jiyan azadî de û heta roja îroj ew şoreş serhildan berdewame , bi hêza jin û îrada jin wê xelaskirina van civakan bi destê jin bê ye û ji xwe wekî tê zanîn gele serhildana yan şoreşên ku rabûn hertim bi hişmendiya zilam lê ew bi ser nediketin,
Cîhan derwîş di dawiya axaftina xwede eşkere kir ku ,şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jin dihat kirin û heta niha berdewame û heta roja îroj em dizanin ku li hember pîlanên dijmin çawa xwe bi rêxistin dikin û hertim serkeftiyên ,
bi rihê tekoşîna jin bi rihê berxwedanî bi rihê şoreşa rojava wê her şoreşeke ku jin pêşengtiya wê bike wê bi serkevê em di vê baweriyê dane û her serhildaneke ku bi pêşengtiya jin rabe jî wekî jina Rojava wekî jinê Kobanê em pêştgiriya xwe ji bo serhildana jin jiyan azadî dikin û
cîhan axaftina xwe wiha bi dawî kir ,banga me ji bo jinên cîhanê bi giştî, di bin diruşmeya jin jiyan azadî de dengê xwe bihgihînin giştî cîhanê û bi rastî bikin diruşmeyeke ku em çawa li hember sîstemên desthilatdar yên baviksalar ku em çawa derkevin û van sîsteman têk bibin û em baş dizanin têkçûyîna van sîsteman wê bi destê jin be û serkeftina gelan serkeftina gelê kurd wê dîsa bi destê jin bê axaftin bi duruşmeya jin jiyan azadî bi dawî bû.