DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Em ê bi têkoşînê tola hevalên xwe hildin

Kongra Star got, "Em ê bi bilindkirina têkoşînê tola hevalên xwe hildin û diruşma ′Jin, ‎Jiyan, Azadî′ bilind bikin‎."

Meclisa Kongra Star têkildarî êriş û hedefgirtinên welatiyan ji hêla dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewlet Tirk a dagirker zihniyeta xwe ya qirker li dijî mirovahiyê û xwezayê, ji ber ku çanda wê, çanda êrîş ,talan, revandin û kuştinê ye;  her tim siyasta qirkirin û tunekirinê li dijî gelên resen yên herêmê dimeşîne, dewam dike .Ji ber ku tu carî  hebûn û vîna gelan qebûl nake, li dijî gelên herêmê hemû cureyên şer û çekan  bi kar tîne. Da ku  dagirkerî hebûna xwe rewa bike li dijî hêzên paraistina Jin û civakê û gelan YPJê ,YPGê û QSDê ve êrişan pêk tîne ;  da ku planên siyaseta qirkirinê pêk bîne. Ji ber ku hebûna hêzên parastinê  destkeftiyên Şoreşa Rojava, şoreşa jinê şoreşa civakbûna diparêze. Jin pêşeng û  xwedî vîna azad in û bûye hêza metirsîna dagirkeriyê. Lê ev plan hemû têk çûn. Ji ber wê yekê êrişên hovane yên bêexlaqî ku di tu  deman de pêk nehatîye dike.

Em van êrişên hovane  yên dewleta Tirk ku li dijî pêşengên tevgera me ya azadiyê ku rojane pêk tîne  bi tundî şermezar dikin, bi teybetî jî êrişa dawî  li dijî pêşeng û fermandara YPJ′ê Şervîn Serdar, Nûcan Ocelan û Canda Cûdî ku hatin armancgirtin û şehîd xistin .

Ji ber ku fermandar Şervîn têkoşera azadiyê li hemberî terora DAIŞ′ê tê koşî û bi berxwedaneke bêhempa tevî hevrêyên xwe yên şehîd Jiyan Tolhildan, Reyhan Amûdê, Sosin, Dilar û Rojna ew têk birin, dagirker bi her cureyê êrişî van pêşengan dikin.

Em Meclîsa Kongra Star bi tundî  bêdengiya Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî şermezar dikin ,ji ber ku bêdengiya wan tê wateya hevkariya wan.

Em bang li dezgeh û saziyên mirovî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrişên xwe bi dawî bike û hesab jê bixwazin.

Em weke tevgera rêxistina jin  em ê bi bilindkirina têkoşînê tola hevalên xwe hildin û diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bilind bikin.”

Related Articles

Back to top button