
Kongra Star a Helebê bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefgirtina pêşengên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi balafirên bêmirov, daxuyaniyek da.
Endamên Kongra Star, komîn, meclis, partî û saziyên sivîl li pêş navenda Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn. Endama Kongra Starê Rojda Menan daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane û yên guhertina demografiyê didomîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin di topbaran û êrişên balafirên bêmirov ên li dijî herêmê de gelek ciwanên herêmê şehîd bûn û îşaret bi hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re hat kirin û hate gotin dewleta Tirk PDK`ê bi kar tîne.
Hate gotin hêz û aliyên navneteweyî berpirsên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ne, ji ber ku li hember wan sûcan bê deng dimînin.
Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê (YE) û Komkara Erebî hate kirin ku erk û berpirsyariyên xwe yên siyasî, exlaqî û mirovî li hember gelên herêmê pêk bînin û dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê bi dawî bikin.