ÇalakîNûçe

Salvegera damezirandina PYD′ê li Lubnanê hat pîrozkirin

Kurdên li Lubnanê salvegera 20′an a damezirandina PYD'ê li payetexta Lubnanê Beyrûtê pîroz kir.

Salvegera 20′emîn a avabûna Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li paytexta Lubnan, Beyrûtê  hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de bi navê PYD′ê endamê partiyê Mihemed Efrîn û bi navê Kongra Star rêveber Sîlva Ebdo axivîn.

Di axaftinana de salvegera 20’emîn a damezirandina PYD’ê hat pîrozkirin û rola partiyê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat destnîşankirin.

Her wiha behsa dîroka têkoşînê ya PYD’ê û êrişên li dijî wê hat kirin.

Şahî bi gerandina govendan li ber stranên koma Welatê Rojê bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button