DaxuyanîNûçe

Meclisa Efrîn û Şehbayê bi hevahengiya Kongra Star: Li dijî siyaseta dewleta Tirk bibin yek

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo pêkanîna plana xwe ya valakirina herêmê û guhertina demografiyê ketine nava hewldanên nû û banga yekitiya li hember siyasetên dewleta Tirk a dag,,irker kir.

Bi dehan endamên Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, endamên deste, yekitî, meclisên navçeyan û Meclisa Rûspiyên Eşîran li qada sereke ya Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamê Koordînasyona Kongra Star Necah Hisên û hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş bi kurdî û erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di nava krîzên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên di bin dagirkeriyê de polîtîkayên wêrankarî û dagirkeriyê yên digihêjin asta nazîzmê dimeşînin. Li Dêrezorê jî ew heman plana îro ye ku bi armanca lêdana biratiya Ereb-Kurd e.”

Meclisê îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî kir û wiha domand: “Bi serpereştiya sîstematîk a Tirkiyeyê ji bo pêkanîna plana xwe ya valakirina herêmê ji nişteciyên wê û guhertina demografiya wê, ketina Cebhet El Nusra ya terorîst bo Efrînê û pevçûna wê bi komên terorîst ên din re, zêdekirina binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Efrînê, zêdetir bûye. Ev hemû li ber çav û guhê aliyên navneteweyî û garantorê Rûsyayê û hikumeta Sûriyeyê tên meşandin. Bêdengiya aliyan tê wateya ku ew şirîk in di planê de.”

https://www.youtube.com/watch?v=j3AKCMfzpFA
Back to top button