Arşîv

Di yekemîn konferansa Kongreya Star de nîqaşên avaker

Yekemîn Konferansa Kongreya Star li ser asta kantona Qamişlo bi xwendina raporênçalakiyên Kongreyê yên du salên borî de berdewam dike û nîqaşên girêdayî van raporan berdewam in.

Kongreya Star îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo yekemîn konferansa xwe li ser asta kantona Qamişlo di bin durişmeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jin veguherin şoreşa civakê” de dest pê kir.

Konferansa bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre  Endama Kordînasyona Kongreya Star Delal Qamişlo axaftina destpêkê kir û dîwana birêvebirina konferansê ji 5 kesan (Henîfe Mihemed, Leyla Îskan, Delal Qamişlo, Emel Ebas û Nesrîn Elî) hate hilbijatin.

Piştre raporên çalakiyên Kongreya Star ên du salên borî bi herd zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin û ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Di nîqaşan de hate gotin ku jinan gavên mezin di van du salên dawî de avêtine û karibû xwe di hemû aliyên siyasî û leşkerî de îspat bike. Di vê çarçoveyê de rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di parastina jinan û pêşengiya jinan di hemleyên rizgarkirinê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê de sereke bû.

Di nîqaşan de jinan rexneyên xwe li Kongre Star kirin ku heta niha bi awayê tê xwestin jin li herêmên ku di van demên dawî de hatine rizgarkirin nikaribû birêxistin bike. Jinan diyar kirin ku divê Kongre Star xwe bigihîne hemû jinên Bakurê Sûriyeyê.

Girêdayî jinên ji pêkhateya Ereb di nîqaşan de hate gotin ku Kongreya Star rê li pêşiya jinan vekir ku li derveyî çarçoveya male bixebitin û alîkariya guhertina zihniyeta mêr a desthilatdar kir.

Konferans bi nîqaşên avaker berdewam dike û tê payîn di dawiya konferansê de endamên kordînasyona Kongreya Star a kantona Qamişlo ji nû ve bêne hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye evan konferansên tên lidarxistin di çarçoveya amadekariyên lidarxistina duyemîn kongreya Kongreya Star de ne.

(ANHA)

Back to top button