ArşîvÇalakîNûçe

komxebatek bi dirûşma “Felsefeya Rê,,ber Abdu,,llah Oca,,lan ji bo çareseriya krîzan stûna bingehîn e” hate li dar xistin.

Bi pêşengiya Kongra Star di çerçoveya kampanya “Dem dema azadiya fizîkî ya Rê,,ber Abd,,ullah Oc,,alan e” komxebatek bi dirûşma “Felsefeya Rê,,ber Ab,,dullah Oc,,alan ji bo çareseriya krîzan stûna bingehîn e” hate li dar xistin.

Di çerçoveya kampanya “Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e” Kongra Star komxebatek bi dirûşma “Felsefeya Rêber Abdullah ocalan ji bo çareseriya krîzan stûna bingehîn e” li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Komxebat li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parêzer, mamoste, jinên siyasetmedar, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Êzîdî hate li dar xistin.

Hola komxebatê bi gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna “Şoreşa ku jin di nav de cih negire nikare serkeftinê bi dest bixe”, “Konfederalîzma demokratîk a kurdistanê wê bibe bingeha yekitiya netewyî li Rojhilata Navîn”, “ Şoreş di wateya felsefî de nayê wateya guhertina sînorên siyasî û ruxandina dewletê, yan avakirina dewleteke nû, lê tê wateya avakirina civak li mirovekî azad û demokratîk wek garantiya bingehîn a destkeftiyên şoreşê” û “Heger azadî yek ji xemên jinan be bi bilî veguherîna şoreşgerî û siyasî tu rê li pêşiya wan nemaye” hatibû xemilandin. Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser riya sînevîzyonê beşdarî komxebatê bû û di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din de agahî da.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, mijarên mîna ‘Rêbertî li Rohilata Navîn û rastiya wê bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalan’, ‘Komplo tecrîd û sîstema ku li Îmraliyê tê meşandin’, ‘Projeya netewa demokratîk weke modela çareseriyê’ û ‘Konfederalîzma Jinên Demokratîk’ di komxebatê de hatin nirxandin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed a di komxebatê de axivî wiha got: “

Nirxandinên ku îro li vir werin meşandin di derbarê komploya navneteweyî de ye ku di şexsê rêber Apo de tê meşandin ku ev niqaş bi amadebûna jinên siyasetmedar herwiha jinên rêxistinên civaka sivîl jinên tevahiya rêxistinên herêmên bakur û rojhilatê suriyê herwiha jinên ku pêşengiya şoreşê dane meşandin ku îro tev li vir amadene ,jinên kurd ,ereb û suriyan û êzîdiyên xwe ve bi yekîtî û ol ê ku li herêmên bakur û rohilatê suriyê jiyan dikin ,herwiha got em îro tevahî pirsgirêkên ku di rojhlata navîn de tên jiyan kirin di kesayetekî de têne hedefgirtin ,bi teybet ev 25 Salin di şexsê rêber APO de tê ev komplo berdewam e.

Remziye di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ,kesayeteke wekî Rêber APO ji bo rojhilata navîn bi aşîtî û aramiyê jiyan bike tekoşîneke giran buha dida meşandin ,lê belê dewletên navneteweyî dewletên desthilatdar xwe li vê mezinahiyê ranegirtin û ev komploya ne mirovane pêkanîn daku di şexsê Rêbetî de civaka kurd tine bikin ,em pêwîste em v pirsê em bikin ku di nava 25 salan de ev komplo bi ser ket yan jî hate vala derxistin .

Em di vê zanebûnê de ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO wê jin karibin bibin hêza bingehîn ku deriyê azadiyê vekin ,ev tê zanîn ku wê bi tekoşîna û vîna jinan wê ev azadî were bi dest xistin herwiha wê ev komplo were vala derxistin ,wê tekez kir ku bi vîn û yektiya jinan wê tevahî kiriyarên li ser rêber Apo tê kirin herwiha kiryarên ku li ser jinan pêk tên wê were vala derxistin .

Remziye wiha domand ,raste ev 25 salin komplo di şexsê Rêber APO de tê meşandin lê ev bi kedek û fedekariyeke bê hempa hatiye vala derxistin ,ku heya niha jî ev komplo berdewam e ku bi sala ne li ser gelê Ermenî herwiha li ser gelê şengalê û li hundur û dervayî welat li rojavayê kurdistanê li zindanan bi her şêwazê qirkirinê dide meşandin ,li başûrê kurdistanê bi destê xiyanetê êrîşî ser gerîlayên azadiyê dike ,lê ev bi ked û vîna gelan ku gava  xwe ji rojava destpêkir  ku ev 12 salin bi saya ked û berxwedaneke bêhempa û keda jinan  ku li ser bingeha  fikir û ramanê birdoziya azadiyê a Rêber Abdullah Ocalan  ev komplo û hate vala derxistin.

Remziye di berdewamiya axaftina xwe eşkere kir ku em weke jin çikas em bikaribin sîstema xwe ya xweser û rêxistinbûna xwe pêşde bibin emê ewqas karibin komployê vala derxînin û emê wiha li cîhanê dengvedin ,wek em dibînin ku çawa ji her aliyê cîhanê jin tên serdana me dikin ev dide diyarkirin ku em çiqas li vir ked bidin rêxistinbûna xwe pêşde bibin emê ewqas li cîhanê bi bandor bin,herwiha rêxistinbûna me hebûn û vîna me daye nîşandan ,ji bo van ked û rêxistinbûna ku em dikin dijminê me xwe li hember ranagre û sebir û tehemulê nake ,lewma aliyek ji berdewamiya komployê ewe êrîşên ku li ser jinên pêşeng pêk hatin ji wan jinên pêşeng Hevrîn xelef,Hind û Saada ,Jiyan Tolhildan,Yusra û Lêman sedema van hedefgirtina jian ku ne tenê jin di kar û xebateke siyasî de cih digrin lê belê di vê zanebûnê de ne ku jin li ser bingeha fikir û felsefeya azadiyê kar û xebateke bîrdozî ku dikeve xizmeta azadiyê de didin meşandin , herwiha da diyarkirin ku dijminê me dixwaze projeya netewa demokratîk vala derxîne ,lewma em çendî pirojeya jiyana demokratîk pêşde bibin û pêk bînin emê ewqas karibin van polîtîka û êrîşan vala derxînin .

Remziye axaftina xwe wiha bi dawî kir,ku yek ji armancê me ê ku em bikaribin komplo vala derxînin ewe pêkanîna projeya konfedaralîzma jin ,da ku em bikaribin bibin wesîleya azadiya tevahiya jinan ji tundiyê û kiryarên ne mirovane ku bi ser jin de tên pêkanîn û bi vê keda bîrdozî emê karibin bibin rêya bingehîn a azadiya fîzîkî a Rêber APO  û rizgarkirina jinan ji her cureyên tundiyê

 

 

Related Articles

Back to top button