Arşîv

‘Em ê li dijî fermanan serî netewînin û li ber xwe bidin’

 Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên Herêma Efrînê Soad Hiso salvegera 4’emîn a Komkujiya Şengalê bi bîr anî û diyar kir ku fermana 74’an a ku li ser serê Êzidiyan pêk hat ji êrîşên li ser Êzidiyên li Efrînê ne cuda ye û got ku ew ê li dijî fermanan tu carî serî netewînin û berxwe bidin.
Di 3’ê Tebaxa 2018’an de Çeteyên DAÎŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Bi hezaran kes qetil kirin û bi taybet jî jin hedef girtin. Bi hezaran jin revandin tecawiz, îşkence kirin û ew li bazaran wekî koleyan firotin. Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên Herêma Efrînê Soad Hiso têkildarî mijarê diyar kir ku wan hêza xwe winda nekirine ew li ser piyan e û got:”Ji dîrokê heta niha her dem Êzidî bi fermanan rû bi rû mane. Êzidî bi saya fikrên Rêber Apo bi hêztir bûne, li ser piya mane û berxwedana xwe domandine.”
‘Em ê heta dawî li ber xwe bide’
Soad Hiso diyar kir ku ew bûne şahidên êşa fermana 74’an û got:”Dema ku çeteyen DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin di destpêkê de jin hedef girtin. Niha 3 hezar jin hîn destên çeteyan de ne. Divê hemû cîhan bibe yek û li dijî zilma ku li jinên Êzidî hatin kirin bisekinin. YPG/YPJ gihaştin hewara Êzidiyan û bi hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar kirin. Bi saya şervanan Êzidiyan xwe bi rêxistin kirin, saziyên xwe ava kirin û niha li ser piyên xwe disekinin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin.”
‘Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê bidomînin’
Soadê da zanîn ku ew ê çongê li dijî dagirkeran netewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Çeteyên DAÎŞ’ê dema ku êrîşî Şengalê kirin xwestin Êzidiyan tune bikin. Lê Êzidî tu car nayên tunekirin. Çimkî ew li ser felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin. Fermana 74’an a ku li ser serê Êzidiyan pêk hat ji êrîşên li ser Êzidiyên li Efrînê ne cuda ye. Ji bo di şexsên Êzidiyan de Kurdan tune bikin êrîş kirin. Ji dîrokê heta niha her dem Êzidî bi êrîşan rû bi rû hatine hiştin. Gelek Êzidî bi darê zorê bûne misilman. Lê tevî hemû zordestiyan Êzidî li dijî zilmê sekiniye. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê bidomînin.”
Back to top button