ArşîvÇalakîNûçe

Bi hezaran penaberên Efrînê û şêniyên kantona Şehba kom,,plo şerm,,ezar kirin

Bi hezaran penaberên Efrînê û şêniyên kantona Şehba li ser rêya di navbera bajarokê Babins û navçeya Fafîn de kom bûn û beşdarî xwepêşandanê bûn

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehba li ser rêya di navbera bajarokê Babins û navçeya Fafîn de kom bûn û beşdarî xwepêşandana Kongra Star li Efrînê û kantona Şehbayê bûn û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meşvanan wêneyên Rêbertî, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Kongra Star hilgirtin û pankartên bi nivîsa “Bi berxwedana gel û gerîlayan em ê komployê pûç bikin û azadiya Rêber Apo temîn bikin”, “Bê serok iyan nabe” û “Dagirkerî û gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber  Apo ye.

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmeyên şermezarkirina komploya navneteweyî, şermezarkirina lihevkirina rêxistinên navneteweyî ya bi dagirkeriya Tirk re û dirûşmeyên silavkirina fedayetiya şehîdan dest pê kir.

Xwepêşander dema gihiştin hewşa dibistana Ajokariyê ya li başûrê taxa Fafîn deqeyek rêz li ser giyanên şehîdan rawestiyan û piştre rêvebera Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê Necah Hisên. , axivî û destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya jiyana azad a hemû gelên bindest bi taybet li Rojhilata Navîn e.

Necah Hisên bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê li hemberî van planan bisekinin û em ê têkoşîna xwe bilind bikin. heta Rêbertî bi awayekî fizîkî azad bibe û hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, pêngava têkoşînê didome.”

Wê da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst sivîl, saziyên sivîl û binesaziyê ji bo ji holê rakirina amûrên jiyanî û debarê, her wiha bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên wê, tinekirina tevahî û tasfiyekirina gelan dike hedef. dagîrkirina axên nû, berfirehkirina xewna Osmaniyan û bidestxistina Peymana Millî, û ji bo vê yekê jî Tirkiye digere û hemû welat komplo dikin ku komployên navneteweyî yên li dijî rêbertî û gelê wî bidomînin 23sal in û xebera me ji rêbertiya me tune ye, em ji wan re dibêjin: “Em têk naçin û hûn îradeya me neşkênin.” Ji ber ku em li ser şêwaz û fikra Rêbertî şopand û wek têgîna Rêbertî. azadî di mejiyê me de bi hêz bû, heta ku Rêbertî bi awayekî fîzîkî azad bibe em ê li ber xwe bidin.

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû

Related Articles

Back to top button