Arşîv

Sabûnên nebatî ji her derdî re şîfa ye

Sabûnên nebatî ku cara ewil ji aliyê jinan ve hatiye kîfşkirin, di roja me ya îro de jî ji gelek nexweşiyan re şîfa ye.
Sabûnên nebatî yên cara ewil  ji aliyê jinan ve hatiye kifşkirin dîsa bi taybet ji aliyê jinan ve zêde tê bikaranîn û di roja me ya îro de ji bo gelek nexweşiyan bi şifa ye. Aktar jî ji ber sawunên nebatî rastî eleqeyek mezin tên. Sawuna aloovera ya ji koka nebatan tê çêkirin, ji bo pizrik û lekeyên reş gelek baş e. Pispor diyar dikin ku ev sawun ji bo nexweşiya bîroz û sedefê jî gelek bi bandor e.
Sabûna argan  tê de vîtamîna E heye
Sabûna argan bi saya vîtamîna E xwedî taybetiya antîoksîdan e û pêşî li zirardîtina por digire. Her wiha pisporan da zanîn ku ev sawun çerm li dijî rojê, sermayê diparêze.
Her wiha pisporan derbarê sawuna bergamut de jî destnîşan kirin ku pergala xweparastinê xurt dike, sawuna ardiç katranê jî tevgerên hucreyên beden leztir dike.
Sabûna sêvê antîoksîdanek xurt e
Pispor diyar kirin ku ji bo nexweşiyên çerm, şewat û birîndan sawuna kantaron pir baş e û sawuna sêvê jî antîoksîdanek xurt e û ji bo birînên çerm tê bikaranîn. Her wiha gelek sabûnên din yên weke feslegen, defne û çatirê jî  xwedî taybetiyên girîg in.
 (JINNEWS)
Back to top button