Arşîv

Bi pêşengtiya jin parka “Star” hate vekirin

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê parka “Star” vekirin.

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê ya katona Qamişlo, parka “Star” bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de bi dehan jin amade bûn.

Park ji aliyê dayika şehîd Semok Tirbespiyê û Gîlan Herdem, Zeyneb Mûrad ve hate vekirin.

Dayîka herdu şehîdan got: “Em dibînin, hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê, Kurd, Ereb û Suryan gavên mezin ber bi avakirina civakeke demokratîk ve di avêjin.”

Rêvebera Kongreya Star Welîda Bûtî jî axivî û destnîşan kir ku jinên Rojava serkeftinên mezin bi destxistine û hemû jinên cîhanê re bûne mînak.

Piştî axaftinan, Koman Şehîd Xebat a girêdayî navenda Çand û Hunera Tirbespiyê stran û dîlan pêşkêşkirin.

(ANHA)

Back to top button