Atolye ji aliyê rêxistinên jinan (Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Kongra Star, Komîteya Pewerdeyê ya girêdayî wê, Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê, Hêzên Parastina Civakî-Jin, Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk) ve bi boneya 25`ê Mijdarê li hola Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li taxa Omeran a Hesekê tê organîzekirin.
Zêdetirî 60 jinên endamên saziyên jinan ên herêmê beşdarî atolyeyê dibin ku dê tê de 5 mijarên sereke bên nîqaşkirin. Mijarên nîqaşê wiha ne: Danasîna tundiya li ser jinan û şêwazên wê, destdirêjiyên li jinan mîna kuştin, tecawizkirin, zewicandina zarokan û hwd, çareseriyên ji bo rêgirtina li tundiyê, rêbazên xilasbûna ji diyardeya xwekuştinê û rêya têkoşînê, rêbazên xweparastina û sekinadina li hember tundiyê.
Piştî rêzgirtinê, berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Hesekê Rîhab Coc di beşa yekemîn a atolyeyê de axivî û behsa rewşa jinan di civaka xwezayî de kir.
Rîhab piştre bal kişand ser şêwazên tundiyê, her wiha tundiya hestiyarî, aborî û cinsî wiha da nasîn: “Tundiya hestiyarî tê wateya ku destdirêjî li baweriyên jinan bên kirin û heqaret lê were kirin, her wiha wê bixin rewşeke wiha ku wekî nexweşekê li xwe binere. Tundiya aborî jî tê wateya ku derfeta karkirinê ji bo jinan neyê dayîn. Destdirêjiya cinsî fîzîkî û cinsî li dijî jinan jî tundiya cinsî îfade dike.”
Rîhab ji bo parastina jinan ji tundiyê hin çareseriyên mîna “femkirina parastina cewherî, xwebipêşxistin bi rêya perwerdeyê, xurtkirina tevgera xwe li hember tundiyê, hişyarkirina jinan, perwerdekirina zarok û mêran li gorî zihniyeteke exlaqî-polîtîk” pêşniyar kirin.
Xala duyemîn jî xebateke hevpar a di navbera Rêxistina Sara û Komîteya Dadweriyê ya ji aliyê rêvebera rêxistina Sara Fereh Mihemed û rêvebera Komîteya Edaletê Ala Hemdîş ve hatiye kirin û di vê eksê de amarên kuştinên li bajêr eşkere kirin. Li Hesekê di navbera salên 2022 û 2023an de, pirjinî, zewaca temen biçûk û xwekuştin, û ji bo kêmkirina van çi çalakî tên kirin, diyardeyên, çareserî û pêşîneyên ji bo bidawîkirina tundiyê: wek rêxistin û têkoşîna ji bo azadiya jinê di hemû qadan de, jiyan li dijî zîhniyeta mêrtiyê, têkoşîna avakirina malbateke demokratîk, wekheviyê ji bo avakirina jiyana hevpar a di têkiliya jin û mêr de, derfetên aborî bên afirandin ku bikevin hilberînê, li dijî tiryak û fuhuşê têkoşîn. hesabpirsîna bazirganan û nehiştina wan ji bidestxistina agahiyên îstixbaratî, avakirina navendeke parastinê ji bo jinan, aktîvkirina qanûnê û ferzkirina rapor û belavkirina qanûnê ku hemû kom jê fêm bikin. Li hemberî hemû êrîşên li ser wan, parastina wan, li ser vê bingehê li dijî polîtîkaya zîhniyeta desthilatdar a mêr û polîtîkaya tundiya li ser jinê wê ji Rojava heta Rojhilat, ji Arjantînê heta Hîndîstanê, ji Afrîkayê têkoşîn bê meşandin. ji Afganîstan û Ewropayê re, ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev.
Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî Elyaa Osman di beşa sêyemîn de axivî û bal kişand ser rêbazên rêgirtina li tundiya li dijî jinan. Elyaa diyar kir ku internet bûye rêbazekî bikaranîna tundiyê li dijî jinan û got: “Herî zêde jin, zarok û ciwan dibin qurbaniyên vê rêbazê tundiyê. Divê saziyên perwerdeyê der barê xeteriyên înternetê û bikaranîna rast a îneternetê de hişyariyê bidin.”
Piştî wê der barê tundiyê û şêwazên wê di sedsala 21`yemîn de û çareseriyan de, sînevîzyone hat pêşandan.
Di beşa çaremîn a atolyeyê de jî bal li ser ji rê derxistina ola Îslamê hat kirin û ji aliyê endama Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hat birêvebirin. Xilûd got ku tundiya li dijî jinan bingeha xwe ji zihniyeta baviksalarî û mêrdestî digire û wiha domand: “Lewma ayatên Quranê û hedîsên pêxember li gorî wê zihniyetê şîrove kirin, ol ji bo xwe bi karanîn û jin kirin menzîleya duyemîn.”
Xala pêncem: Rêbazên xweparastinê li hemberî tundiyê, ji aliyê Rêvebera Parastina civakî Munewer Yûsif ve hat ravekirin û bi giştî behsa wateya parastinê kir û got di destpêkê de parastin ewe xweparastine, piştre parastina civakê ye. û her taxek di civakê de divê xwe ji her cure tundiyê biparêze û jin ji mêj ve di bin tundî û zilma mêran de ye, em ê çawa bi îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan jinek wiha ava bikin û wê biparêzin. Ji xwe stratejiyek ji bo avakirina civakek exlaqî û polîtîk ku her kes ji bo malbat, civaka xwe, axa xwe, welatê xwe, çanda xwe û zimanê xwe piştgirî bike.Rêber Abdullah Ocalan jî dibêje ,Heger hemû welatên cîhanê li dijî me bibin yek, em ê li hemberî wî rawestin, ger civak negihêje parastina cewherî wê nikaribin bigihîjin azadiya xwe.
Munewer,Di axaftina xwe de bal kişand ser avakirina parastina cewherî ya jinan di sala 2014’an de, cewherê xebata wê di nava civakê de û vekirina perwerdeyên vekirî û girtî yên li ser bingehê fikrî û siyasî di nava navçe û gundan de ji bo ku bigihêje zanyariyek ji nêz ve. Jin ji ber ku parastin bingeha hebûnê ye û di yekemîn konferansa ku di sala 2023’an de ji bo parastina esasî ya jinê hat lidarxistin de gelek biryar hatin girtin, di nav wan de parastina jinan ji tundiyê, mil bi mil li dijî her cure şîdetê rawestiya, avakirina civakeke azad û demokratîk
Weke parastina cıvakê a jinan, armanca me ew e ku em li dijî her cure tundiya ku li ser jinan tê kirin, di nav de zewaca di temenê biçûk û pirzewacê de, rawestin û rê li ber belavbûna madeyên hişbir bigirin, û perwerde yekane rêya gihîştina bi armanca sereke ye. hebûna zanîn û xwenasînê û tetbîqkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û belavkirina fikir, gotin û ramanên wî, di nav civakê de bigihêje azadiya tekes.
Piştre qad ji bo nîqaşan hate vekirin û beşdaran nêrînên xwe yên li ser tundıya li ser jinê û çareseriyên pêwîst ji bo çareserkirina jı vê pirsgirêkê re bînin û ji bo rakirina tundıyê hemû jin li kêleka hev bisekinin
Atolye . Dê atolye bi encamnameyekê bi dawî bibe.