Arşîv

YJŞ: Jina rêxistinkirî bersiva herî bi wate ya li hemberî fermanan e

YJŞ`ê got:ʺ Dema ferman çêbu bi piştgiriya hêzên YJA-Star û YPJ’ê ya ku xwe gihandin dengê hawara jin û gelê me yê Êzidî, me dît ku jina rêxistinkirî bersiva herî bi wate ya li hemberî fermanan e.ʺ

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera 4`emîn a fermana 73`an daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YJŞ`ê wiha ye:

ʺSibê salvegera 4’emîn a fermena 74’an a ku di 3’yê meha 8`an pêk hat. Di şexsê şehîdên berxwedaniya Şengalê Bêrîvanan, Nûjiyanan, Têkoşînan û Zîlanan de em hemû şehîdên vê berxwedaniya pîroz û tevahî şehîdên fermanê bi rêz û bi minet bi bîr tînin. Bi girêdanbûna me ya li hemberî bîranînê şehîdên berxwedaniyê, wê soza me bibe bilindkirina têkoşînê û bi rihê tolhildana jinên Êzidî mîsogerkirina azadiya tevahî jinên Şengalê.

Di dîroka gelan de piştî pêşketina çanda netew-dewletan û şûn de, hêzên dagirker û metînger her tim li ser civakên kêm netew, bîr û baweriyên cûda êrişên dijwar ên hovane pêk anîne. Di Rojhilata Navîn de gelek civakên kêm netew, xwedî baweriyên cûda bi êriş û qirkirinên bi vê rengê re rû bi rû mane.  73 ferman bi ser me da jî hatin. Me gelek eş kişandin û bedelê giran buha dan, lê roja îro me tola xwe bi rêxistinkirina xwe hilanîn. Lewra weke civaka Êzidî me li hemberî yek ji van êrişên qirker a fermana 73’emîn, bi rêxistinkirina YBŞ û YJŞ’ê me hebûn, nasname û baweriya xwe ya pîroz parast, xwe gihand heya roja me ya îro. Bi berxwedaniya çar salan a ku bi armanca parastina nirx, bawerî, ol û hebûna xwe pêşxistiye di nav sehneyê dîrokê de me cihê xwe girtiye. Di tevahî êrişên ku li ser civaka me ya Êzidî hatiye pêkanîn de, her tim yê ku bi kuştin, revandin û qetilkirinê re rû bi rû maye helbet jinên Êzidî yên ku kevneşopiya çand û diroka vê axê bû.

Di 3’ê Tebaxa 2014’e ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yê ku bi destê hêzên nîjadperest ên netedewletî hatine birêxistinkirin, wekê gelê Êzidî em bi ferman û qirqirina ku di dîrokê de mînakê wî nehatiye dîtin hat jiyîn re rû bi rû man. Lewra di vê fermanê de kêm netew û bîr û baweriyê din yên ku li ser axa pîroz a Şengalê xwe bi cih kiribûn jî para xwe girtin.  Ev êriş û hewildanên ku bi armanca tûnekirina nasnameya me hatiye pêşxistin, bû sedema qetilkirina bi hezaran zarok, jin, kal û pîrên civakê me û her wiha bi hezaran jinên me di vê êrişê de wekê xenîmeta şer hate dîtin û di sûk û bazarên nav dewletî de hatin firotin. Dema ferman çêbu bi piştgiriya hêzên YJA-Star û YPJ’ê ya ku xwe gihandin dengê hawara jin û gelê me yê Êzidî, me dît ku jina rêxistinkirî bersiva herî bi wate ya li hemberî fermana ye. Lê îro di vê salvegerê de, wek hêzek rêxistinkirî bi hêza xwe ya cewherî û bi rihê tolhildana tevahî jinên Şengalê me xwe birêxistin kir û îro me xwe gihandiye asta bûyîne pêtek ji agir a tolger û hêviya tevahî jinên welatê xwe. Di encama destkeftî û têkoşîna çar salan a berwedaniya jinan a li Şengalê de û helbet bi saya felsefeya Rêber Apo ya ku ji bona azadiya civakê, azadiya jinê wekê nebe nabe digre dest û bi saya şehîdên nemir ên berxwedaniya çar salan de; azadiya gelên Şengalê wê bi azadiya jinên Şengalê mîsoger bibe û teqez dê xwe bigehîne serkeftinê.

Li ser vê bingehê weke hêza parastina jinên Şengalê ya YJŞ’ê, ji bo parastina nirx, hebûn, çand, ol û destkeftiyên xwe yên çar salên berxwedaniya axa pîroz a Şengalê de, û her wiha ji bona xwedî derketina xeyalên şehîdên vê berxwedaniyê; carekê din di serî de gelên Rojhilata Navîn em ji tevahî gelên cîhanê re radigînin ku heya kêliyê xwîna xwe ya dawiyê wê hebûna me bibe soza tolhildana me û azadiya pêşerojê. Em bang li tevahî hêzan, mirovahiyê û li tevahî jinên azadîxwaz dikin ku hêz û îradeya me ya birêxistinkirî nas bikin û mil bidin me da ku ji bo azadiya tevahî Rojhilata Navîn, cîhanê û jinan em têkoşînê bilind bikin. Bi ala berxwedaniyê ya ku me ji şehîdên xwe yên qehreman girtiye, em carekê din tevahî şehîdên azadî û berxwedaniya axa pîroz û di şexsê şehîdên fermana 73`emîn de em tevahî şehîdên 73 fermana bi rêz bibîr tînin û soza xwe ya xwedî derketina armanca şehîdan nû dikin. Em sond dixwin ku, heya yek jin di destê dijminan de be em ê têkoşîna xwe bê sînor bikin, bibin temînata rizgarkirina tevahî jin û zarokên civaka me.ʺ

(ANHA)

Back to top button