Arşîv

Xebatên roja yekemîn a Kongreya KPCD-Jin bi dawî bû

Xebatên roja yekemîn a Kongreya Yekemîn a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jin (KPCD.JIN) a Bakurê Sûriyeyê bi xwendina raporan û nîşandana senevîzoyeneke li ser xebatên

Kongre KPCD-Jin bi amadebûna 350 delegeyan û mamosteyên ji bajarê Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbic û Şengalê vê sibehê dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya kongre ji aliyê Koordînasyona Giştî ya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Nûjîn Ferhad ve hate kirin. Ji şahidên komkujiya Şengalê ya 2014‘an Netewî Xemgîn, Rêvebera Kongreya Star Henîfa Mihemed û bi navê mamosteyên Şengalê Sebîha Sebirî axivîn.

Piştî axaftinan ji bo rêveberina xebatên kongere endamên dîwanê  ji 5 kesan hatin hilbijartin, her wiha nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê rola jin di fêrkirin û perwerdeyê de hatin xwendin.

Her wiha raporên du salan ên  herêmên Cizîr, Firat û Efrîn hatin xwendin û senvîzyoneke der barê xebatên ku komîteyê di nava 2 salan de daye meşandin hate nîşandan û nîqaşên berfireh hatin kirin.

Di nîqaşan de, rola jin a di pêşxistina perwerde û fêrkirinê hate destnîşan kirin. Hate gotin li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên rizgarkirî di nav de Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê de di aliyê perwerdeyê de gavên mezin hatin avêtin û zemîna ku her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê bi xwîne û fêr bibe hata avakirin.

Hin ji beşdaran li ser lewazbûna rêxistinkirina mamosteyên jin rexneyên xwe anîn ziman û hate gotin asta jinên mamoste heya li cihekî maye dê, ji ber kêmbûna perwerdeyê.

Kongre dê sibe bi xwendina rêzikname û derxistina pilansaziyê berdewam bike.

 

(ANHA)

komîteyê li hemû herêman bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27