Kongra Star :bang li dewletên navneteweyî kir demildest zextê li dewleta Tirk bikin em ji rewşa Rêbertiya xwe bi gumanin
îro di seatên sibê de li girava marmarayê erdhejek di asta 5.1 qewimî kongra star eşkere kir ku heya rewşa rêbertiya me eşkere nebe emê li qadan bin
ji ber erdheja lu di seatên sibê de li marmarayê qewimiyê kongra star gumanên xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re eşkere kir ku pêwîstiya destwerdan li vê rewşê bê kirin ,di daxuyaniyê de hat gotin ku
Ev nêzî 3ê sala ne ku tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin,dewleta Tirk ne rê dide parêzeran û ne jî malbata wî ku hevdîtinê pê re bikin,her çendî serlêdan çêbûne lê dewleta Tirk di hişmendiya xwe ya kirêt de bi îsrare,em dizanin ku ev kiryarên li Îmraliyê dibin li dijî hemû qanûnên navnetewî ne û li ser tu girtiyên siyasî pêk nehatine,ji ber vê em bang li yekîtiya ewrupa dikin ku zextê li dewleta Tirk bike da ku dev ji van kiryaran berde û bi lez hevdîtinek bi Rêbertiya me re were kirin.
Em gumanên pir mezin jiyan dikin nexasim ku erdheja ji 5,1 di seatên sibê de li marmareyê qewimî ye
Çavên me û tevahî gelê kurd û dostên me li Îmraliyê ye,pêwîste demildest dewleta Tirk rewşa Rêber Apo eşkere bike û tavilê hevdîtinek pê re were çêkirin
Di dawî de banga me ji hemû jinan û ji tevahî gelê me yê berxwedêr re ku dakevin qadan heta ku rewşa R,bertiya me eşkere bibe
Meclisa Kongra Star Bakur û Rjhilatê Suriyê
4-12-2023