Arşîv

Endamên KPCD- Jin: Em ê li hemberî polîtîkeyên tirkkirinê bisekinin

Nûnerên KPCD yên ku beşdarî Yekemîn Kongreya KPCD- Jin a Bakurê Sûriyê bûne gotin ku deweleta tirk a dagirker li hemberî sîstema Neteweya Demokratîk a ku li Bakurê Sûriyeyê hatiye rûniştandin, polîtîkeyên tirkkirinê dimeşîne û anîn ziman ku ew ê li hemberî hemû pergalên desthilatdar ku pirrengî red dike, bisekinin.

Nûnerên hemû bajar û herêmên Bakurê Sûriyeyê yên ku tevlî Yekemîn Kongreya KPCD-Jin a Bakurê Sûriyeyê bûne, li ser girîngiya lidarxistina kongre ji ajansa me re axivîn û gotin ku lidarxistina kongreyê di vê pêvajoya hesas de ji bo jinan serkeftinek e mezin e.

Mamoste Gulîstan Elî Ebdo ji herêma Şehbayê ye armanca tevlêbûna xwe ya ji bo kongre anî ziman û ev tişt got: “Ez tev li kongre bûne da ku, rastiya polîtîkeyên dewleta tirk a dagirker derxînin holê, ku zimanê xwe li ser gelê Efrînê ferz dike.”

Gulîstan destnîşan kir ku di nava salên borî de li Efrînê hemû pêkhateyan bi zimanê xwe yê dayîkê perwer didîtin, piştî hate dagirkirin dewleta tirk zimanê xwe ferz dikin û hemû zimanên din jî înkar dike.

Gulîstan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li Şehbayê rexmî hemû astengiyan ew teslîm nebûn û wiha domand: “Me xwe di aliyê pewerdeyê de ji nûve bi rêxistin kir. Me dibistan vekirin û dest bi pêşwazîkirina xwendekaran kirin. Em tekez dikin ku em tu carî dev ji zimanê xwe bernadin û em ê bi hemû awayan zimanê xwe biparêzin.”

Ji aliyê xwe ve mamoste Nebîha Elî anî ziman ku lidarxistina kongreyê di vê pêvajoya hesas de ji bo jinan serkeftinek e mezin e.

Nebîha destnîşan kir ku ew tu carî derfet nadin dewleta tirk a dagirker ku armancên xwe pêk bînin, çanda gelan tune bike û zimanê xwe li ser şêniyên Efrînê ferz bikin û wiha pêde çû,”Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dibistanên Efrînê veguherîne girtîgehan û li wê derê kiriyarên hovane derbarî gelê wê derê pêk tîne.”

Di dawiyê de Nebîha got kongreya wan ji bo nîqaş û rexneyên ku dê bihêle hemû zehmetiyên ku rastî zimanê wan tên ji holê rabin pir girîng e.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27