Arşîv

Li Reqayê gava yekemîn a ber bi pêşxistina aboriya jin ve

Bi armanca pêşxistina aboriya jinan û ji bo ku jin xwe bi xwe debara xwe bikin, Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê kargeheke dirûtinê li bajêr vedike.

Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên amadekirina kargeha dirûtinê didomîne. Kargeh li taxa pîşesaziyê ya li hemberî Deriyê Bexdayê ye. Niha avahiya kargehê ji derve û hundir ve tê sererastkirin. Her wiha di pêngava yekemîn de kargeh bi 15 makîneyên dirûtinê tê amadekirin û ji bo xebitandina kargehê jî, dê jinên ku bi dirûtinê dizanin, di kargehê de bên îstîhdamkirin.

Kargeh ji du odeyan û holeke mezin ji bo pêşkêşkirina cil û bergan, pêk tê.

Endama rêveber a Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Sûad Kirdî tekez kir ku proje dê derfetên kar ji jinên Reqayê re peyda bike, aboriya wan geş bibe û diyar kir ku kargeh dê di meha bê de were vekirin. Ev proje wek projeya yekemîn a taybet ji bo jinan li Reqayê tê hesibandin.

Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ji hêla şervanên QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê ve, Meclisa Sivîl a Reqayê û saziyên girêdayî wê ji bo vejandina bajêr û pêşkêşkirina xizmetan ji bo şêniyên Reqayê xebatên xwe didomîne.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27