Arşîv

Jinên Efrînê: Dorpêç Nikare Jiyanê Me Rawestîne

Jinên li Efrînê kuçika xwe datînin, agirê bi êzingan vêdixin û xwarina xwe pê çêdikin. Jina bi navê Firyal Hisên got, “Dorpêç nikare jiyanê rawestîne, em ê her dem jiyanê biherikîn in.”

Şoreşa gel yê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê 5 sal li şûn xwe hêşt û hîna jî li gelek herêm şer berdewam dike. Di encamê şerê desthilatdariyê de bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan mirov neçarî koçberiyê bûn. Lê li Kantonên Rojavayê Kurdistanê gel hem pergala parastinê pêş dixin hem jî jiyanê li dûra xwe ligel her şert û mercên zehmet avadikin. Ji ber kêmbûna gelek pêdiviyên jiyanê û bilindbûna bihayên wan careke din amûrên kevin ji bo çêkirina xwarinê bikartînin. Li Navçeya Cindirêsê ya girêdayî Kantona Efrînê Firyal Hisên diyar kir ku li herêmê jiyan jin dibin hêza jiyanê û got ew bi kedê xwe jiyanê avadikin.

‘Bi altarnatîfên cuda em pêdiviyên xwe pêşwazî dikin

Firyal anî ziman ku ew bi alternatîfên cûda pêdiviyên xwe ên jiyanê pêşwazî dikin û wiha domand, “Tevî hemû zehmetiyên jiyanê û dorpêçê ku demeke dirêj li ser Kantonê heye, em dîsa li hemberî wê li ber xwe didin û bi her awayî çareseriyên alternatîf peyda dikin. Ev demeke dirêj ku Efrîn di nava dorpêçê de ye, pêwîsityên jiyanê jî êdî zûbizû peyda nabin. Ji ber vê yekê gel ji xwe re rêyên cudatir peyda dike da ku bikaribe vê rewşê derbas bike. Mînak ez bêjim ji ber buhayê tûpên gazê, gel nikare bikire, alternatîfa wê jî gel bi xwe peyda kir û xwarina xwe li ser agir çêdike. Jixwe di demên kevin de jî ev rêbaz dihate bikaranîn. Lê piştî papûr û tûpên gazê ango amûrên nû hatin derxistin, êdî tu kesî xwarin li ser agir çênekir. Lê niha ji ber şert û mercên heyî careke din gel vî rêbazî bikartîne.”

‘Wê tevahî zehmetiyên jiyanê bi vîn û bawerî bi serkeve

Firyal qala zehmetiyên çêkirina xwarinê li ser agir kir û wiha pê de çû: “Çêkirina xwarina li ser agir jî zehmetiyên xwe hene. Em zû ji xew radibin da ku amedekariyê pêxistina agir bikin. Her wiha êzing peyda nabin û xwarin jî zû çênabe. Tevî ku rewşa min a tenduristî ne zêde baş e jî, lê dîsa ez vî rêbazî bikartînim. Hevjînê min jî alîkariya min di çêkirina xwarinê û peydakirina êzingan dike. Mala me li Helebê hate bombebarankirin, em hatin Efrînê, piştî ku em koçberî Kantonê bûn hevjînê min di cotkariyê de kar kir û bi rêya wê dikare hinek êzing jî peyda bike tevî hemû zehmetiyan jî em ê li ber xwe didin û dorpêça heyî vala derxînin, berxwedana herî pîroz a şervanên YPJ/YPG’ê ye, bi saya têkoşîna wan em îro li ser xaka xwe azad dijîn. Ya girîng ku çete nikarin derbasî herêmên me bibin, wekî din wê hemû zehmetiyên jiyanê bi vîn û baweriya gelan bi serkeve.”

Fîdan Rêzan-Sûzan Mihemed

 

Back to top button