Di çarçoveya pişgirtiya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, Kongra Star û Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) çalakiyeke 3 rojan li dar xist.
Do roja dawîn a çalakiyê de mijara wê ya ku ji Mamîfestoya Şaristaniya Demokratîk hatiye wergirtin a bi navê “hevjiyana azad” ji aliyê endamê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê endazyar Mihemed Hisên ve hat xwendin.
Hisên bal kişand ser wekhevî û edaleta di civakan de û girîngîdayîna rastiya jinan û got: “Têkoşîna ku tê de jin ne bingeh be nikare bigihîje rastiyê, azadiyê pêk bîne û wekheviyê bide misoger bike.”
Piştre hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid axivî û wiha got: “Ji bo bidestxistina encaman pêwîst e rewşa jin û zilaman bê naskirin û gelek pirsên wek naskirina xalên hevbeş di navbera herdu zayendan de, bên bersivdayîn.”
Her wiha, cîgira hevseroketiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan jî wiha got: “Jiyan zanîn e, ji bo ku em bûyeran nas bikin jî pêwîst e em wateyê bidin her tiştî, wê demê em ê hevsengiyekê peyda bikin, edalet û wekheviyê pêk bînin.”
Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Leman Şêxo destnîşan kir ku saziya zewacê piştî derketina modernîteya kapîtalîzmê ji saziyeke pîroz veguherî saziyeke koletiyê, di encamê de jî cihê jinan hat guhartin.
Di dawiya çalakiyê de daxuyanî li pêşiya hola Telêt Heleb hat xwendin û di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî û sivîlên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin armanc ji êrişan têkbirina gelê berxwedêr bi taybetî jinên berxwedêr e.
Di daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşînê û domandina lidarxistina çalakiyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.