Arşîv

Kongreya Star li Şehbayê du civînan li dar xist

Di çarçoveya rêzecivînên ku Kongreya Star bi armanca şîrovekirina biryarên Konferansa Duyemîn a Kongreya Star a ku li Kantona Şehbayê hatibû li dar xistin, Kongreya Star du civînên cude li gundên Keştar û Bênê yên girêdayî navçeya Şêrawa li Kantona Efrînê li dar xist.

Dehan jinên gundên Keştar û Bênê tevlî civînê bûn. Her du civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kirin. Piştre endama Kongreya Star a Kantona Efrînê Fatme Lekto armanca civînan şîrove kir û wiha got:” Bi armanca şîrovekirina biryarên Konferansa Duyemîn a Kongreya Star a ku di 26’ê tîrmeha borî de bi tevlîbûna 500 delegeyan, em rêzecivîn li gundên navçeya Şêrawa û deverên Şehbayê li dar dixin “.

Piştre encamnameya konferansê hate xwendin. Tê de girîngtirîn biryarên konfernsa duyemîn, rewşa siyasî, rêxistinî û her wiha rola jinê di berxwedana serdemê de, hatin şîrovekirin.

Paşê deriyê nîqaşê ji bo nirxandina biryarên konferansê ji beşdaran re hat vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kongreya Star ji bo vê mijarê di lidarxistina civînan de berdewam e

(ANHA)

Back to top button