Arşîv

Meclisa nû ya Rêxistina Kongreya Star a taxa Zorava hate hilbijartin

Rêxistina Kongreya Star a taxa Zorava ya paytexa Şamê xebatên xwe yên salekî nirxand û meclisa nû ava kir.

Rêxstina Kongreya Star a taxa Zorava ya paytexa Şam di civînekê de bi xebatên xwe yên di nava salekî de nirxand û meclisa xwe ya nû avakir.

Bi dehan jin ên taxê di civînê de amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.Paşê jî endamên dîwanê hatin hilbijartin.

Di civînê de rapora xebatên salekê ya meclisa kongre ya Şamê hate xwendin, paşê jî nirxandin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin û pêşniyarên wan hatin erêkirin.

Ji bo avakirina meclisa nû jî dengdan dest pê kir û endamên nû yên meclîsa Kongreya Star a taxa Zorava hatin hilbijartin.

Endamên nû soz dan ku ew ê ji bo pêşxisitna jin di her aliyan de xeta têkoşînê berdewam bikin.

Civîn bi dirûşemayan bi dawî bû.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27