ÇalakîNûçe

Şehîd Sara Rêhevalên wê sembola serhildana jin jiyan azadiyê ne

Kongra Star ya kantona firatê bi bûneya salvegera komkojiya Parîsê  ya 11emîn ji bo bîranîna wan bi sedan şêniyên herêma Firatê daketin qadan

Îroj sêşem  9ê 1 ,2024 Kongra Star ya Herêma Firatê bi boneya salvegera komkojiya parîsê  meşeke girseyî li qada jina azad li darxistin ku ev meşa ji hemû sazî û dezgehên herêmê beşdarî çalakiyê bûn, kongra star , rêverberiya xweser, meclîs ,komîn, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan, ciwanên şoreşger, hîlala zêrîn hêzên ewlekarî û hwd, kesên ku beşdarî meşê bibûn di destên wan de alên kongra star, wêneyê Rêbertî, jinên ciwan , wêneyên şehîdên parîsê. fîleksên ku di bin dûrişmeya sara Rojbîn Ronahî bûn sembola jin jiyan azadî serbixe azad, şehîd sara sembola jinên azad , geşkirina agirê berxwedanê tolhildana şehîdên parîsê ye  bû, û bi siloganên jin jiyan azadî, meş heya  dibistana şehîd seydo berdewamkir piştî ku şênî gihiştin dibistana şehîd seydo deqeyek rêzgitin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê sekinîn û piştre li ser navê tevgera jin axaftin ji aliyê mihabat dêrik ve hate kirin û meş bi dawî bû.

 

Related Articles

Back to top button