DaxuyanîNûçe

Divê bi lez destwerdana binpêkirin û tawanên li ser jinan bê kirin

Kongra Star ya herêma Şehba -Efrîn daxuyanek da raya giştî,daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Kongra Star a herêma Şehbayê  Şêrîn Mihemed ,bi zimanê erebî ji liyê endama komîteya perwerdê a Kongra Star ve hatin xwendin.

Li gorî komiteya çavdêriyê ya Afrinê, mehkemên dagirker ,ji Kewser Hemet re cezayê darvekirinê hate dayin. Di doza ku 9 jin dihatin dadgehkirin de 7-8 û heta 15 sal ceza ji van jinan re hatine dayin.van jinan hinek ji wan bi salane girtine, rasti her cure erişên zayendî hatine. Di nav 5 salên dagirkeryê de 1100 Jin hatine revandin.ji 300 jinan agahî nayê girtin,ji bo şermezarkirina van kiryaran herwiha da ku hesab were pirsîn îro pêncşem 11.1.2024 Kongra Star ya herêma Şehba -Efrîn daxuyanek da raya giştî,daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Kongra Star a herêma Şehbayê  Şêrîn Mihemed ,bi zimanê erebî ji liyê endama komîteya perwerdê a Kongra Star ve hatin xwendin.

Daxuyanî wiha bû:

Bajarê Efrînê yê dagirkirî ji sala 2018an û vir ve rastî binpêkirinên berfireh li ser jinan tê, ji dema ku Tirkiyê bajarê Efrînê dagir kiriye. Di çarçoveya tawanên şer de li gorî yasaya cezayî ya navneteweyî û Peymana Cenev. Bi darê zorê windakirin, binçavkirin, destavêtin, û daxwaza fîdyeyê di dema erîşên li ser Efrînê de hemû dikevin nava tawanên şer.  Armanckirina xweza û mirovan û birîna darên zeytûnan.

binpêkirinên li ser jinan li Efrînê hemû peymanên navneteweyî yên li dijî girtiyên jin û mêr ên di nava girtîgehên faşîst û çeteyên Encumena Neneteweyî ya ku bûye bazirganê ax û gelê xwe, bi rêbazên herî hovane derbas dibe. Li dijî gelê Efrînê û hemû herêmên dagîrkirî, bi kuştin, revandin û fîdye li ber çavê cîhanê, sergirtina  medyayê ya ne mirovane di hundirê zindanan û biryara  darvekirina du jinên ku hîn malbatên wan li wan digerin, hatin birîn. Ew 10 jinên sivîl in ku berî çend salan hatibûn revandin û ji ber çavan hatibûn veşartin, lê roj bi roj hejmara wan zêde dibe.

Armanc qirkirin û  ji holê rakirina   gelên herêmê, belavkirina teror û gendeliyê û anîna herêmê ber bi tehluke  yê ku bi destê serokê DAIŞê Erdogan û malbata Barzanî bi nûneratiya Ebû Emşa û Çeteyan e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mirovahî hat kirin ,ku bi lez mudaxeleyî binpêkirin û tawanên li girtîgehên li herêmên dagirkirî yên ku jin, zarok, xweza û dîrokê dikin hedef, di çapemeniyê de biweşînin û wan wekî sûcdarên şer û rêxistinên terorîst eşkere bikin . , û li gor peymanên navneteweyî ji wan hesab bê pirsîn.

Bimre îxanet , ji dagirkerî û faşîzmê re na

Jin Jiyan Azadî  bijî  Rêber APO

 

Related Articles

Back to top button