Arşîv

Navenda Meclisa Jinê ya herêma Xinêzat hate vekirin

Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê navenda meclisa jin li herêma Xinêzat a gundewarên bakur-rojhilatê Reqayê vekir.

Bi armanca aktîfkirina rola jinê û rêxistinkirina wan di meclisan de, Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê, navenda meclisa jin li herêma Xinêzat vekir.

Nûnerên MSD’ê, Meclisa Jina Sûriyeyê, Meclisa Sivîl a Reqayê, meclisên herêmî yên bajarê û gundewarên Reqayê û sedan şêniyên herêma Xinêzat beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Saziya Malbatên Şehîdan Hela El-Hesen vekirina navendê li hemî jinên herêma Xinêzat pîroz kir û wekî gaveke ber bi rêxistinkirina jin ve bi nav kir.

Ji aliyê xwe endama Buroya Jin a MSD’ê Fatma El-Enzî bal kişand li ser rola jin di avakirina û pêşxistina civakê de û anî ziman ku jinên Bakurê Sûriyeyê bi rêxistinbûyîna xwe û beşdarbûna xwe ya şerê li dijî DAIŞ‘ê ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak.

Her wiha endama Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê Lîna El-Casim jî di merasîmê de axivî û bang ku hemû jinên Sûriyeyê kirin ku beşdarî jinûve avakirina Sûriyeyê bibin û ev tişt anî ziman, “Jin bingeha avakirinê ye. Armacna me jî pêşxistina jin di her qadan de, her wiha avakirina pira di navbera hemû jinên Sûriyeyê de ye.”

Ji aliyê xwe endama rêveber a Buroya QSD’ê Îtab El-Xelef axivî û destnîşan kir ku di şerê li hemberî DAIŞ‘ê de dîrokeke nû ya berxwedaniya jin hate nivîsandin.

Navend ji aliyê endamên Meclisa Xinêzat di nav tililiyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyan de hate vekirin.

Di 2’yê vê mehê Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê navenda mecilsa jin li taxa El-Rimêla vekiribû.

(ANHA)

Back to top button