ÇalakîNûçe

Binpêkirinên ku li Efrînê li ser jinan tê kirin hemû qanûn û hevpeymanên navdewletî binpê dike

Ji bo şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li hemberî jinên li Efrînê û êrişên li dijî herêmê, şêniyên Qamişloyê bi pêşengiya Kongra Star meşek li dar xist.

Bi pêşengiya Kongra Star bi sedan şêniyên Qamişloyê bi meşekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan ên li Efrînê û êrişên duh ên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Cizîrê şermezar kirin.

Meşê ji ber dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş dest pê kir. Di meşê de wêneyên jinên ku li Efrînê ceza li wan hatiye birîn û şaxên darên zeytûnê ku wekî sembola Efrînê tên naskirin, hatin hildan.

Piştî meşê girse li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê kom bû. Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed li wir axivî û destnîşan kir ku ev 6 sal e Efrîn bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rastî siyasetên qirkirinê tê. Gel jî li hemberî dorpêça hikumeta Şamê li ber xwe dide û got: “Wê her dem rastî berxwedana gelan bên, dê gelê li Şehbayê di kampan de her tê bikoşe heta azadiyê bi dest dixe.”

Remziya Mihemed bal kişand ser cezakirina jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û da zanîn ku di demekê de ku cezayê darvekirinê li cîhanê tê rakirin, li Efrînê dewleta Tirk mîna siyasetên Îranê li dijî gelan dide meşandin û wiha dom kir: “Bi guhertina demografiyê, girtin û revandina şêniyan li Efrînê têr nebû, ji bo şikandina îradeya jinan cezayan dide. Em ê jî bi îradeya jinên azad li hemberî dagirkeriyê derkevin.”

Çalakî bi sloganên `Jin, Jiyan, Azadî` bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button